'Dewlet êdî nikare pêşiya têkoşîna kurdan bigire' 2022-08-19 09:04:22 AMED - Ji Komeleya Mafên Mirovan a Jinan Zelal Ayman diyar kir ku "pergala hevserokatiyê" ya ku jinên kurd wekî xeta xwe ya sor dihesibînin, êdî ne utopya ye û got: "Êdî dewlet nikare pêşî li têkoşîna kurdan bigire û jin jî dibêjin 'em jî di nava vê têkoşînê de ne.'" Bi biryara Wezareta Karên Navxweyî di 19’ê Tebaxa 2019’an de qeyûm tayinî şaredariyên bajarên mezin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amed, Mêrdîn û Wanê hatibûn kirin. Di ser tayinkirina van qeyûman re 3 sal derbas bûn. Di vê demê de qeyûman ewilî wekî qeyûmên tayinî şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibûn kirin, saziyên jinan girtin. Hevserokatî ji nû ve hat darizandin û mêr di rêveberiyên jinan de hatin wezîfedarkirin û jin jî ji kar hatin dûrxistin. Lê tevî texrîbata ku bi polîtîkayên qeyûman hat kirin jî, jinan dest ji têkoşînê û destkeftiyan berneda. Ji Komeleya Mafên Mirovan a Jinan a di sala 1993'yan de hat avakirin Zelal Ayman tiştên di vê demê de qewimîn nirxandin.   Ayman diyar kir ku hikûmetê her tim hewl daye pêşî li têkoşîna wekheviyê ya tevgerên jinan bigire û hikûmetê hewl dide destkeftiyên ku jinan bi têkoşînên mezin bi dest xistine desteser bike. Ayman anî ziman ku helbet hikûmeteke bi vî rengî hîn bêtir bi tundî êriş biriye ser jinên kurd û got: “A rast tiştekî wiha dihat texmînkirin. Bi taybetî piştî serkeftina di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de û gavên pir girîng ên li ser navê jinan hatin avêtin, bi hinceta vê pêvajoya derbeyê saziyên jinên kurd hatin girtin. Bi qasî ku ez hesab dikim 11 rêxistinên jinên kurd hatin girtin. Ev hemû jî rêxistinên jinan bûn ku xebatên pir girîng kirin. Pir çalak bûn. Girtina wan ji bo me windahiyeke mezin e."   ‘TÊKOŞÎN TIRSÊ DIAFIRÎNE'   Ayman da zanîn ku divê saziyên girtî cardin bi dest bên xistin û Tevgera Jinên Kurd dest ji wan bernedaye û bi awayekî çalak van destkeftiyan dixwaze. Ayman destnîşan kir ku armanca girtina saziyên jinan astengkirina têkoşîna kurdan a bi sedsalan e û wiha got: “Bi rastî eger em navê pirsgirêkê lê bikin, êdî dewlet nikare pêşiya vê têkoşînê bigire. Destkeftî tên bidestxistin, modelên cuda yên rêxistinî derdikevin holê. Gelek serkeftin bi dest dikevin. Ya herî girîng jî di hilbijartinên giştî û herêmî de kurd dengên xwe bi awayekî girseyî didin partiyekê, hin blokan. Berê tiştekî wiha tune bû. Ev ji salên 2000'î ve zêde bûye. Ji ber ku kurd nasekinin, doza mafên xwe dikin û dixwazin mafên xwe bi dest bixin, ev yek tirsê diafirîne. Di nava vê girseya kurd de, jin dengê xwe bilind dikin û dibêjin, 'em jî hene, em wekhev in, mafên me hene.'"    ‘WALÎTIYA MÊTINGERIYÊ'   Ayman diyar kir ku di vî warî de li her derê qeyûm hatin tayinkirin di "karekterê waliyên mêtêngeriyê" de ne û wiha domand: “Ne tiştekî sosret e. Ev modeleka rêvebiriyê ya pir kevn e. Ev rêbaz li gelek dewletên ku li ser asasê mêtingeriyê hatine damezrandin tê pêkanîn. Li wir walî tên tayînkirin, ew nûnerê dewleta mêtinger in. Wê derê desteser dike, xesp dike û bi rê ve dibe.”   ‘HEVEROKATÎ ÊDÎ NE UTOPYA YE'   Ayman bal kişand ser êrişên li ser “pergala hevserokatiyê” ku jinên kurd wê wekî xeta sor dihesibînin û wiha got: “Pergala hevserokatiyê modelek pir girîng e û divê di asta globalî de bibe mînak. Ez vê yekê di encama xebatên tevgera giştî ya jinan a li Tirkiyeyê û her wiha tevgera jinên cîhanê û tevgera jinên kurd de dibînim. Tevgera jinên tirk û tevgera jinên kurd bi salan e doza vê wekheviyê dikin. Jinên kurd gotin, 'Eger em wekhev bin, em ê vê meqamê û vê kursiyê bi awayekî wekhev parve bikin' û vê îdiaya xwe danî rastê û pêk anî. Ev mijara ku demekê wekî utopya xuya dikir, pêk hat. Her çend niha ev model derb xwaribe jî, lê bawer im ku dema şert û mercên Tirkiyeyê biguherin wê ev modela rêvebiriya wekheviyê dîsa vegere. Û dê dîsa berdewam bike.”   ‘TEVGERA JINA KURD DIVÊ XWE BIHÊZ BIKE'   Ayman bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a di têkoşîna jinan de û xwebihêzkirina Tevgera Jinên Kurd û xwepênasekirina wê girîng e. Ayman diyar kir ku divê Tevgera Jinên Kurd xwe bi awayekî cuda birêxistin û xurt bike û got: “Divê amûr û rêbazên xwe biafirîne û pêk bîne. Jixwe dike jî. Di heman demê de ez di wê baweriyê de me ku divê girîngî bidin zimanê kurdî. Yanî ez bawer nakim ku xebatên hevbeş bêyî pêşketinên herêmî tekûz bin. Ji ber vê yekê di warê siyasî de jî ez rasttir dibînim ku Tevgera Jinên Kurd bi perspektîfeke ku girîngiyê dide zimanê kurdî û bi nêzîkatiyeke ku girîngiyê dide çand û baweriyan tevbigere. Paşê jî tifaqa bi tevgerên din re. Ez ê wekî stratejiyeke rast dibînim. Wê demê divê bi tu awayî têkiliyên hevbeş nebin asteng li pêşiya hevgirtinê. Ew jî tê kirin."