Cenazeyê girtiyê nexweş Yilmaz ê hate qetilkirin hat wergirtin 2022-08-19 09:26:06 RIHA - Cenazeyê girtiyê nexweş Bazo Yilmaz (67) ku li Girtîgehê Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê hate qetilkirin, wê li bajaroka Gogan a navçeya Xelfetiyê were veşartin.    Cenazeyê girtiyê nexweş Bazo Yilmaz (67) ku duh bi şev li Girtîgehê Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê hate qetilkirin, wê li bajaroka Gogan a navçeya Xelfetiya Rihayê were veşartin. Malbata Bazo ku li ser girtîgehê ew agahdar kirin hatin pêş Saziya Tiba Edlî (ATK), piştî kirariyên otopsiye cenaze wergirtin. Malbat ji cenazeyê Yilmaz defin bike ber bi Goganê ve bi rê ketin. Cenaze wê piştî nimêja nîvro were veşartin.    Şaredarê Bajaroka Goganê yê berê û endamê Meclisa Şaredariya Xelfetiyê Yilmaz, bi îdiaya endamê Kongreya Civaka Demokratîk bûye di 12'ê Mijdara 2016'an de hatibû binçavkirin û girtin. Di sala 2018'an de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" derbarê Yilmaz de 9 sal cezayê hefsê hate dayîn.   Yilmaz ê li ser pirsgirêkên tenduristiyê di 8'ê sibata 2021'ê de rakiribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) re rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" hatibû dayîn. Îtîraza ku têkildarî raporê li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû kirin jî hatibû redkirin. Yilmaz ê bi nexweşiya Kronîk Obstruktîf a Kezebê (KOAH) ketibû û girêdayî cîhazê oksîjenê dijiya.