‘AKP-MHP êrişên derveyî sînor wekî amûrên siyasî bi kar tîne' 2022-08-19 09:45:47 ENQERE - Rojnamevan Mûsa Ozûgûrlû destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP'ê êrişên derveyî sînor wekî amûrên siyasî bi kar tîne û got: "Êdî her kes dizane ku tu eleqeya êrişên bi vî rengî bi ewlehiya Tirkiyeyê re nîne."   Tirkiye ku demeke dirêj e dixwaze bi Rûsya, Îran û Amerîkayê re bi tevî hêzên paramîlîter ve li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişk berfireh pêk bîne. Tirkiye di mehên dawî de êrişên xwe yên li ser herêma navborî zêde kirine. Rojnamevan Mûsa Ozûgûrlû ku ev demeke dirêj e pêvajoya şerê li Sûriyeyê bi awayekî çalak dişopîne, êrişên Tirkiyeyê û amadekariyên êrişan ên di asta navneteweyî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Ozûgûrlû pêşbîniyên xwe yên têkildarî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bertekên ku wê rû bidin û bandora van geşedanan a li siyaseta navxweyî parve kirin.   BAZARÎ DIDOME   Ozûgûrlû destnîşan kir ku êrişa dawî ya Tirkiyeyê ya 16'ê tebaxê ya li dijî Sûriyeyê ne di çarçoveya plansaziya berê de bûye û got: "Em dibînin ku ev êriş ji yên hatine diyarkirin cudatir in. Lê ev nîşan dide ku bazariya di navbera Tirkiye û Rûsya û Sûriyê de berdewam dike. Her wiha ji aliyê Tirkiyeyê ve derbarê Sûriyeyê de daxuyaniyên erênî tên dayîn. Lewma ev êriş rewşeke nakokiyî ye."   DIJMINATIYA TIRKIYEYÊ   Ozûgûrlû, ji bo mirina leşkerên Sûrîyeyê yên di êrişên Tirkiyeyê de jî îşaret bi vê yekê kir ku ew wiha texmîn dike ku hin komên li wir ên bi Tirkiyeyê re tevdigerin têkildarî pozîsyonên YPG'ê agahiyên şaş dane Tirkiyeyê. Ozûgûrlû got: “Ev rewş ji aliyê analîstan ve pir tê bilêvkirin, ji ber ku piştî daxuyaniyên Serokkomar êrişeke bi vî rengî normal nayê dîtin. Tirkiye dê têkildarî vê mijarê daxuyaniyeke çawa bide? Bertekên Sûriyeyê jî hene. Vê yekê wekî dijminatiya Tirkiyeyê dibîne û diyar dike ku ew ê bersivê bidin êrişên muhtemel. Ev mijar wê samîmiyeta Tirkiyeyê ya di warê diyalogê de ya bi Sûriyeyê re eşkere bike."   Ozûgûrlû ragihand ku heke êrişên Tirkiyeyê bidomin, dê di navbera wê û Rûsyayê de pirsgirêk rû bidin û got: "Rûsya naxwaze êrişên Tirkiyeyê berdewam bikin."   ACIZIYA ÎRANÊ   Ozûgûrlû diyar kir ku serdestiya Tirkiyeyê ya li herêmê wê Îranê aciz bike û wiha axivî: “Niha herêmên di bin serweriya Tirkiyeyê de Îranê nerihet dikin. Îran naxwaze Tirkiye li Sûriyeyê cih bigire. Fikareke din a Îranê jî parastina nifûsa şiî ya li herêmên bakurê rojavayê Helebê ye. Di heman demê de divê were dîtin ku Îran bi rêveberiya Sûriyeyê re tevdigere. Nêzîkatiya dewleta Sûriyeyê ya li hemberî kurdan jî ne wekî ya Îran û Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê Îran dê li dijî gavên Tirkiyeyê yên ku bandorê li têkiliya rêvebiriya Sûriyeyê ya bi kurdan re dike, derkeve.   PYD, QSD Û PEYMANA SÛRIYEYÊ   Ozûgûrlû li ser nîqaşên wekî "Dibe ku êrişên Tirkiyeyê li herêmê ji nû ve DAIŞ'ê çalak bikin?" jî sekinî û destnîşan kir ku DAIŞ bi têkoşîna PYD'ê hatiye tasfiyekirin û DAIŞ niha tenê li ser bingehê hucreyî tevdigere û ne xwedî serdestiya herêmê ye. Ozûgûrlû anî ziman ku di van demên dawî de di navbera PYD, QSD û rêvebiriya Sûriyeyê de lihevkirinek çêbûye û wiha domand: “Di hin xalan de bi hev re dest bi tevgerê kirin. Niha her êrişek ji aliyê Tirkiyeyê ve tê wê wateyê ku dê rasterast li dijî rêvebiriya Sûriyeyê be, lê ev nayê wê wateyê ku hemû pirsgirêkên di navbera Sûriyeyê û kurdan de hatine çareserkirin. Lê qet nebe di warê konjukturî de girîng e. Di vî warî de em dikarin bibêjin ku PYD jî ji berê bihêztir û amadetir e.”   SERDANA PERÎNÇEK A JI BO ŞAMÊ   Ozûgûrlû serdana Serokê Partiya Vatanê Dogû Perînçek û Ethem Sancak ê ji AKP’ê veqetiya û derbasî Partiya Vatan bû ku wê biçin Şamê nirxand û wiha pêde çû: “A rast Şam jî vê serdana Perîçek dixwest. Perînçek, ji sala 2011'an ve têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê re didomîne, lê divê ev yek tu carî wekî biryareke serbixwe ya Perînçek neyê dîtin. Helbet ev wekî stratejiyeke dewletê dewam kir. Ev serdana ku dê di demek wiha de pêk bê, haya desthilatê jê heye. Dê ev serdan, di vê çarçoveyê de bê kirin; divê li Sûriyeyê çi bê kirin. Lê ger Tirkiye di vê serdanê de ji Sûriyeyê biryareke derbarê kurdan de bixwaze, Sûriye wê qebûl neke. Ez wiha difikirim ku Sûriye dixwaze vê pirsgirêkê bi diyalogê çareser bike."   TÊKILIYÊN DYA-TIRKIYEYÊ   Ozûgûrlû bi bîr xist ku Tirkiye beriya êrişên xwe yên li ser Sûriyeyê hewl daye ji DYA'yê piştgiriyê wergire û li gel vê têkiliyên her du welatan êdî zelal bûne û hatine guhertin. Ozûgûrlû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her du welat êdî ne di wê rewşê de ne ku guh bidin hev. Ger DYA derbarê F-16'an de bersiveke erênî nede Tirkiyeyê, dê têkiliyên her du welatan ber bi xwelihevkişandinê ve biçin. Ji ber vê yekê ez bawer nakim ku Tirkiye rexne û fikara Rojavayê li ber çavan bigire. Daxuyaniyên derbarê S-400'an de jî vê yekê nîşan didin, lê eger DYA bixwaze li qadê li dijî Tirkiyeyê gavekê biavêje, wê demê em dikarin bi awayekî din biaxivin."   OPERASYONÊN BERIYA HILBIJARTINÊ   Ozûgûrlû destnîşan kir ku AKP beriya hilbijartinê her tim bi êrişên li derveyî sînor hewl dide siyaseta navxweyî dîzayn bike û ev hewldanên dawî wê bi giranî bêencam bimînin. Ozûgûrlû di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Operasyonên bi vî rengî, li bara komên biçûk beranberiyeke wan heye. Desthilatê berê dikaribû raya giştî bi rihetî manîpule bike, lê êdî her kes dizane ku tu eleqeya êrişên bi vî rengî bi ewlehiya Tirkiyeyê re nîn e. Raya giştî dizane ku desthilat vê yekê wekî amûreke siyasî bi kar tîne. Tişta sereke ya mirovan ne ev e. Dema em dadikevin kolanan mirov rasterast behsa metirsiya PYD'ê nakin, lê behsa aborî û gendeliyê dikin. Em nikarin bibêjin ku êrişeke berfireh û sîstematîk a muhtemel a Tirkiyeyê wê ji bo desthilatê bibe cihê encameke erênî."    HEVSENGIYA SIYASETA NAVXWEYÎ   Ozûgûrlû bal kişand ser wê yekê ku li dijî êrişên li derveyî sînor bar dikeve ser milê muxalefeta siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê jî û wiha got: “Berê hikûmetê bi zimanê propagandayê mafê gotinê yê muxalefetê esas nedigirt. Di vî warî de muxalefet jî neçar dima ku xwe li kêleka hikûmetê bi cih bike, lê em dibînin ku êdî ne wisa ye. Di van rojan de ku têkilî bi rêvebirîya Sûriyeyê re tên danîn, gotinên muxalefetê yên ku digotin 'bi salan e em vê yekê dibêjin' jî derdikeve holê. Dema em li siyaseta navxweyî dinêrin, em dibînin ku alternatîfa AKP’ê her diçe zêde dibe. Niha hevseng di destê muxalefetê de ye. Ji ber vê yekê ez wisa difikirim ku muxalefeta siyasî dê zimanekî rasttir bi kar bîne. Di muxalefeta civakî de jî fikira hevpar a ji bo bidawîbûna vî şerî heye. Em ferz bikin ku muxalefet jî vê yekê dibîne, nexwe wê zimanê aştiyê bê bikaranîn.”   MA / Firat Can Arslan