Li Silopiyayê bi derketina jinan a kolanan re navçe paqij bû 2022-08-19 09:55:21   ŞIRNEX - Di Midûriyeta Paqijiya Şaredariya Silopiyayê de beriya niha jinên ku tenê di hûndir de dihatin xebitandin niha di kolan û taxan de hatine peywîrdarkirin û paqijiya hawirdorê dikin.    Şaredariya Silopiyayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku yek ji wan şaredariyan e ku qeyûm lê nehatiye tayînkirinek, bi derfetên herî kêm kar û xebatên xwe bênavber didomîne. Şaredariya ku heta niha di her qadan de pêşengtî daye jinan, di qadên mayî de jî jinan bi cih dike. Şaredariya dema ku ji aliyê qeyûm ve dihat birêvebirin, di Midûriyeta Paqijiya Şaredariyê de jin tenê di hûndir de paqijî dikirin. Lê ev di dema şaredariya HDP'ê de hat guhertin û 8 jin ji bo ku li derve bixebitin hatin peywîrdarkirin. Gelek ji  van jinan jî ji jinên ku diçinbajarên rojavaya Tirkiyeyê weke karkerên demsalî dixebitin pêk tê.   BI HATINA JINAN RE NAVÇE PAQIJ BÛ    Ji xebatkarên paqijiyê Vesîle Alp (45), diyar kir ku bi derketina jinan kûçe û kolanên navçeyê paqijtir bûne û berê civakê kare wan qebûl nedikir û niha jî civak ji wan re rêz digire û got: “Ev 3 sal in ez şaredariyê dixebitim. Dema ku min ji nû dest bi vî karî kir, min gelek zehmetî kişand. Civakê gelek bertek nîşanî me dida. Zilaman ji me re digot, 'jin wê çawa di kolanê de nav zilaman bixebitin?' Digotin, 'Bila şaredarî di hûndir de kar bide jinan'. Lê me guhên xwe ji van gotinan re girt. Me got, 'kar kar e, di kar de ferqa jin û mêr tune ye'. Gelek gotinên nexweş digotin. Ji bo ku kar bi me nedin kirin her tiştî dikirin. Lê me dev ji karê xwe berneda û heta roja me ya îro em dixebitin. Êdî civakê qebûl kir ku jin dikare her qadê de bixebite. Li gorî berê helwesta wan berê ya li hemberî me guheriye. Me bi ked û têkoşîna xwe ev rêz bi dest xist, wan bi serê xwe ev rêz neda me. Civak fêr bû ku tişta ku jin bike, zilam nikare bike. Hîna zehmetiyên wê hene. Xelkê me çopa xwe diavêje kolanê. Em xelkê xwe ji bo paqijiyê hişyar dikin. Li navçeyê ji sedî 50 guhertin heye. Jin dikarin di her karekî de bixebitin. Em çawa dikarin ew jî dikarin."    15 SALAN KARERIYA ÇANDINIYÊ KIRIYE    Ji xebatkaran Şîrîn Oduk (36) jî anî ziman ku wan bi vî karî hişmendiya ku dibêje 'jin nikare' şikandine û wiha got: "Ev 2 sal in ez ketime kar. Ez bi karê xwe keyfxweşim. Sala ewil min bi xwe gelek zehmetî dît. Destpêkê gelek kesan bertek nîşanî me dida. Lê di vê sala dawî de êdî her kesî hebûna me ya ji derve qebûl kirine. Çi kar hebe em jin dikarin bikin. Her serê sibehê seat 6'an em tên cihê kar, seat 7'an jî em dest bi kar dikin. Em seat 10'an jî tên bêhna xwe vedidin û piştre dîsa diçin ser kar. Em heta êvarê ji derve dixebitin û dema ku diçin malê jî vê carê karê malê dikin. Beriya vî karî jî ez diçûm bajarê rojavaya Tirkiyeyê û mina kare çandiniya demsalî dikir. Pir zehmet û nexweş bû. Ev 2 sal in ez li welatê xwe kar dikim û gelek keyfxweşim. Zehmetiya karê demsaliyê pir bû. Neheqî li me dikirin, pereyê me dixwarin û nedidan me. Lê li vir kesek neheqiyê li me nake. Min 15 sala findiq kom kirin. Şaredariya me ev derfet da me û em pir keyfxweşin. Di sûkê de ferqa karê jin û mêran tune ye. Çi kar hebe em jin wê bikin. Şaredarî wiha pêşiya jinan vedike. Em 8 jin di sûkê de paqijiyê dikin. Em her tişteke xwe bi hev re parve dikin. Ev jî hêzeke cuda dide me.”    'JIN BIXWAZE DIKARE HER KAREKÎ BIKE'   Ji jinan Rahîm Sukuç (26) jî bi lêv kir ku xebata tu deran weke welatê mirov xweştir nabe û wiha axivî: "Her kesî ji me re digot, 'ev ne karê we ye, herin li parkan bixebitin. Bila şûna we zilam bixebitin'. Lê piştî  karên me dîtin spasiyên xwe ji hevşaredaran kirin ku em anîn şaredariyê. Bi derketina me ya kolana re helwesta zilaman jî guherî. Ez beriya vê diçûm bajarê rojavayê Tirkiyeyê û min findiq kom dikirin. Piştre min li şaredariyê dest bi kar kir. Di şaredariyê de 2 mehan min firaq şûştin. Piştre ji bo serlêdanên paijiyê bang hatin kirin û min jî serledan kir û serlêdan min hat qebûlkirin. Mirov li rojavayê Tirkiyeyê çiqas kar bike jî li ber çavê wan ne tişteke. Ev yek li zora mirov diçû. Lê di vî karî de ne wisa ye. Li vir dema ku pirsgirêka me çêdibe û em ji şaredariyê destûr dixwazin. Mirov heqê destê xwe bistîne keyfxweş dibe. Jin bixwaze dikare her karekî bike. Lê heke ku mirov mihtacî destê zilaman be wê her tim keda wê bê binpêkirin."    MA / Zeynep Dûrgût