Ji Wanê bertek nîşanî êrişan dan: Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye? 2022-08-19 10:19:44 WAN - Waniyan, diyar kir ku êrişên desthilatê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide ku desthilat di sekeratê de ye û banga yekitiyê li kurdan kirin.  AKP û MHP’a ku di 24’ê nîsana 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dan destpêkirin, ji 17’ê nîsanê ve berfirehtir kirin hewl dide şer belavî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Tirkiyeya ji bo êriş bike hewl dide ji Rûsyayê destûrê bigire, sûîkastên xwe yên bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) li bajarên herêm dike, didomîne. Waniyên ku anîn ziman şer Tirkiyeyê ber bi têkbirinê ve dibe, diyar kirin ku êrişên desthilatê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide ku desthilat di sekeratê de ye.   ŞER KRÎZÊ KÛRTIR DIKE   Cebraîl Kirklar, bi lêv kir ku şer krîza aboriya kûrtir dike û wiha got: “Bila ewilî ji mirovan re heqê nan bibînin pişt re wan deran bombebaran bikin. Di destê desthilatê de çi heye, dide bombebaran, top û tifingan.”   Mahsûm Gezîcî jî anî ziman ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi yekitiya gelê kurd dikare bê rawestandin û wiha got: “Heke kurdên li her çar perçe bibin yek wê pirsgirêk bi dawî bibe. Ji bo ku kurd bisernekevin êrişî Rojava dikin. Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye? Axa wê tapoya wê heye? Axa Rojava jî tapoya wê jî ya kurdan e.”   PIRSGIRÊK BI HEV RE DIKARIN BÊN ÇARESERKIRIN   Peyal Supurgecî, destnîşan kir ku êrişên li ser kurdan dikarin bi yekitiya neteweyî bên çareserkirin û wiha axivî: “Kurd dengê xwe didin Erdogan lê yê herî zêde êrişî kurdan dike jî dîsa Erdogan e. Niha bi Bahçelî re tevdigere. MHP ji xwe dibêje ‘kurdan biqedînin’. Wê dawiya vê desthilatê weke ya Sedam be. Sedam jî êrişî Iraqê kiribû û 2 milyon kurd kuşti bûn. Serê me jî jêkin em kurd em ê bi hev re bin. Li Îranê li Rojava an li cihekî din kurd serê xwe rakin, zû tune dikin. Bila gelê me Roboskê bîne bîra xwe û tiştên bi me didin jiyîn ji bîr nekin.”   GEL DIKARE ŞER BIDE SEKINANDIN   Alaattîn Ûgûrlû jî bi lêv kir ku Tirkiye bi erişên li ser Bakur Û Rojhilatê Sûriyeyê kurdan hedef digire û wiha bang kir: “Gel dikare vî şerî bide sekinandin, astengkirin. Kes nabêje ‘ev zilm e’, bertekek hebe wê ev êriş jî bisekine. Divê gel vê bike.”   DESTHILAT JI SIYASETA HUNDIR RE DILÎZE   Dogan Şahînoglû jî bi lêv kir ku heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, demokrasî nayê Tirkiyeyê û wiha axivî: “Mirov cihekirin, kirin yên din, divê her kes wekhev bibe lê li vî welatî tişteke wisa nîne. Her çiqas ev desthilat tengav bibe bi operasyonekê ji siyaseta hundir re dilîze, her kes di ferqa vê de ye. Naxwazin li Rojava avabûneke kurd pêk were. Dema tu lê dinêrî nifûsa kurdan a li Rojhilata Navîn 42 milyon e, kurd biçin li Çînê metrekareyekî erd bigirin ji bo wan dibe gef.”   ‘PIRSGIRÊKA BINGEHÎN AKP YE’   Lutfî Oner jî diyar kir ku pirsgirêka bingehîn desthilata AKP’ê ye û ev tişt gotin: “Heta ku AKP neçe wê ev pirsgirêk berdewam bikin. Tirkiyeyê beriya niha jî çi li Rojava çi li Herêma Kurdistana Federe serî li van polîtîkayan da û di hemûyan de jî têk çû. Tirkiye naxwaze li tu deran avabûneke kurdan çênebe û hemû derdê wan ev e. Ji ber AKP dizane wê hilbijartinê winda bike dixwaze polîtîkayekê li ser kurdan bimeşîne lê wê teqez biçe.”   YEKANE ÇARESERÎ YEKITIYA KURDAN E   Abdulhamît Talayli, diyar kir ku ku êrişên desthilatê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide ku desthilat di sekeratê de ye û got: “Ev bêçaretiya AKP’ê ye, dizane ku li wir nikare tiştekî bike. Ji bo mirovan û wan beşên faşîst bixapîne bi gotinên ‘ez diqedînim, dikujim’ van operasyonan dike. Ez ne bawerim ku li Rojava bigihe armanca xwe. Tu hikumetên faşîst ev pêk neanî wê ev jî biserneke. Nêrîna dewletê ya li ser kurdan nayê guhertin. Kemal jî were Akşener jî were wê heman tiştî bikin. Yekane çareserî, hatina gelhev a kurdan e û xwe rêvebirin e.”   ‘HEKE GEL RABE SER PIYAN DIKARIN SERBIKEVIN’   Yilmaz Benek jî bi lêv kir ku êrişên li ser kurdan dikarin bi têkoşîna kurdan bên bidawîkirin û wiha got: “Tayîb e, Kiliçdaroglû ye divê em ji van hêviyê nekin, em dikarin encax bi xwe rabin ser piyan û tiştekî bikin. Êdî baweriya me bi kesî nîne. Heke gel rabe ser piya em dikarin serbikevin. Siyaseta li ser kurdan tê kirin dikare partiyekê 5-10 salan li ser piyan bihêle lê wê zû an dereng têk biçe. Tu partiyên xwedî hişmendiya ‘kurdê herî baş kurdê mirî ye’ nikarin bijîn. Em ji wan re dibêjin ku; tevî we jî em ê bijîn û kesên piştî me werin jî wê vê nîşanî we bidin.”   MA / Berîvan Kûtlû - Cengîz Ozbasar