Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û stranên kurdî kirine delîlên sûc! 2022-08-19 10:26:28 AYDIN - Îlyas Danyelî yê parêzerê 7 jinên endamên HDP’ê ku li Aydinê doz li wan hat vekirin diyar kir ku polîsan dosyeyek cezakirinê amade kiriye û şandiye dadgehê û li holê ne sûc heye, ne delîl û ne jî sûcdar heye.  Li Aydin û navçeyên wê di 14’ê sibata 2021’ê de 11 jinên endamên Partiya Demokratîk a Gelan bi hêceta “propaganda rêxistinê kirne” hatin binçavkirin û pişt re hatin berdan. Dozgeriya Aydinê dosyeya lêprisînê temam kir û ji 11 jinan derbarê 7 jinan de bi îdayên “propaganda rêxistinê kirine” û “endamtiya rêxistinê” îdianem amade kir. Îdianameya ku yek jê Hevseroka HDP’a Aydinê Aysel Batyar Onsel e derbarê 7 kesan de hat amadekirin, ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Aydinê ve hat qebûlkirin. Danişîna dozê ya ewil dê di 11’ê mijdarê de bê lidarxistin.    Îdianame ji 34 rûplena pêk tê. Di îdianameyê de 4 daxuyaniyên Meclisa Jinan a HDP’ê ku li her waliyê Tirkiyeyê da wek sûc hat dîtin. Delîlên sûc jî daxuyanî, protestokirina cezakirin û girtina Leyla Guven û Ayşe Gokkan, desteserkirina mafên jinan, daxuyaniya ji bo her sê jinên kurd ên siyasetmar ku li Parîsê hatin qetilkirin hatin nîşandan. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku daxuyanî bi fermana Tevgera Jinên Azad (TJA) hatine dayîn.   STRANÊN ARAM TÎGRAN Û AYŞE ŞAN JÎ KIRINE SÛC!    Her wiha di îdianameyê de CD’yên stranan ên hunermendên wek Eyşe Şan, Aram Tîgran û Ferhat Tunç ku di serdegirtina malan de hatine bidestxistin, wek sûc hatine nîşandan.    ‘JIN JIYAN JÎ KIRINE SÛC’    Parêzerê dozê Îlyas Danyelî têkildarî îdianameya hatiye amadekirin axivî û anî ziman ku di pêvajoya lêpirsînê de ti pirsek derbarê TJA’yê de ji miwekîlên wî nehatiye kirin û îdianame bi temamî li ser “fermanê ji TJA’yê girtine” hatiye hûnandin. Danyelî diyar kir ku sûcê di îdinameyê de hatiye nîşandan tenê li ser daxuyaniyên TJA’yê hatiye hûnandin û got: “Halbukî ev daxuyanî hemû di çarçoveya biryara Meclisa Jinan a HDP’ê de hatine dayîn. Lig elek bajarên Tirkiyeyê daxuyanî hatine dayîn. Di îdianameyê de dirûşmên ‘Zext nikarin me bêzar bikin’ û ‘Jin jiyan azadî’ wek delîlê sûc hatiye nîşandan. Polîsan dosyeyek cezakirinê li gorî xwe amade kiriye û şandiye dadgehê. Lê li holê ne sûc heye, ne delîl û ne jî sûcdar heye.”    ‘DIXWAZIN PÊŞIYA TÊKOŞÎNA JINAN BIGIRIN’   Hevseroka HDP’a Aydinê Aysel Batyar Onsel jî anî ziman ku îktidar ji bo xwe li ser pêya bigire û rê liber çalakiyên demokratîk bigire qanûnan û darazê bikar tîne û dixwazin bi cezakirin û lêpirsînan jinan bitirsînin û bitepisînin û pêşî li têkoşîna jinan bê girtin. Onsel destnîşan kir ku bi van dozan dixwazin serê jinan bitewînin û îdianame bi awayek pêkanok hatiye amadekirin û ew ê li dijî zîhniyeta faşîst a serdestiya zilam paş ve gav neavêjin.    MA / Semra Turan