Mizrakli: Em ê fitikekî li yên ku şaredarî kirine saziya rantê bixin 2022-08-19 11:55:18 AMED - Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û hat girtin  diyar kir ku îktidarê şaredariyên partiya wan veguherandiye cihê rantê û got: “Em ê ruh bidin avahiyên şaredariyê yên ku bêruh hatine hiştin. Em ê di vê hilbijartinê fîtikekî li rantxwiran bixin.” Hevşaredarê Amedê Dr. Adnan Selçûk Mizrakli di 19’ê Tebaxa 2019’an de ji wezîfeyê hat girtin û waliyê Amedê wek qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Mizrakli di 22’ê cotmeha 2019’an de hat girtin û bi îdiaya beyanên îtîrafkar Hicran Berna Ayverdî û xebatên wî yên siyasî 9 sal û 4 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Mizrakli niha li Girtîgeha Edîrneyê Tîpa F’yê li odeya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş girtî ye.    Mizrakli têkildarî salvegera qeyûman bi rêya parêzerên xwe pirsên ajansa me bersivandin.    Mizrakli diyar kir ku ew tev wek siyasetmedarên kurd bi awayek siyasî dîl hatine girtin û got: “Heke bi girtina difikirin ku bi ser ketine xwe dixapînin. Em teslîmî wan nebûne. Me rê neda ku me teslîm bigirin. Me bi berxwedan û têkoşîna xwe bersiva êrişên wan da. Em ji her demê bêtir wek ku li derve bin amadekariya xwe dikin.”    ‘TECRÎD GIRTIYAN DIDE KUŞTIN’    Mizrakli bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîd hem li dijî hiqûqê hem jî polîtîkayek li dijî mirovan e. Dixwazin bila tecrîdê li mirovekî bisepînin dixwazin bila li komekî bisepînin. Ku dibe bila bibe li wir binpêkirina mafan heye. Li girtîgehan sepanên kêfî dane destpêkirin û didome. Li hin girtîgehan bûyerên îşkenceyê û agahiyên mirinê tên. Girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Tevî ku girtiyên nexweş li ber mirinê jî nayên berdan. Lê belê li dijî van hemûyan bi berxwedanê bersiv tê dayîn.”    ‘REJÎMA ERDOGAN LI BER TÊKÇÛNÊ YE’    Mizrakli bal kişand ser çareserkirina pirsgirêka kurd û wiha domand: “Pirsgirêka kurd ne pirsgirêkek ku neyê çareserkirinê. Ew kesên ku çareseriyê naxwazin û neçareseriyê de israr dikin, şer, pevçûn ji bo bekaya xwe ya siyasî kirine amûr û ji bo rantê dixebitin. Berê jî me viya dît. Rêberê PKK’ê birêz Abdullah Ocalan dema ku dikaribe di pêvajoya siyasî de bi rola xwe rabe, qet nebe şer sekini ye û pêşniyazên wî yên çareseriyê di nava civakê û siyasetê de hatine pêşwazîkirin. Divê kes gelê kurd û tevgera siyaseta kurd nexe testa tehamûlê. Çimkî yên ku demên berê viya kirin, têk çûn. Hemû îktidarên di şer de israr kirin têk çûn. Rejîma Erdogan jî pir eşkere dide xuyakirin ku têk diçe.”    ‘ERDHEJÊ BI SERÊ GEL DE ANÎN’    Mizrakli îşaretî pêvajoya heft heyşt salên dawî kir û destnîşan kir ku di 8 salan de yên ku birîndar nebûbû, winda nekiribe, kêmasî nekişandibe û netengijî be tune ye û got: “Di van 8 salan de civak adeta bi şideta 8 pileyan bi erdhejê re rûbirû ma.”    ‘EM Ê BI FITIKEKÎ WAN TÊK BIBIN’    Mizrakli destnîşan kir ku qeyûman şaredarî û walîtiyan veguherandine saziya rantê û midûriyeta karên rê, av û paqijiyê û wiha got: “Şaredariyan, walîtiyan kirine saziya belavkirina rantê. Ji rastiya civakê dûr in. Ji civakê direvin. Em tevî hemû zext, desteserkirin û êrişên li ser vîna gel û saziyên gel jî em ê ruh bidin wan avahiyên bêruh hiştine. Em xwedî wê azmûnê û berpirsiyarê ne ku em wan qadan dikarin veguherînin qadên jiyanê. Em ê viya di hilbijartinê de bi fitikekê pêk bînin. Em ê her tiştî bi awayek lez û bez safî bikin.”    MA / Mujdat Can