Di êrişa Tirkiyeyê de li Til Temirê 4 zarok hatin qetilkirin 2022-08-19 13:08:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li Hesekê di êrşa Tirkiyeyê de 4 zarok hatine qetilkirin.    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa Tirkiyeyê a li ser navenda perwerdeya zarokên keç daxuyaniyek da. Ev navenda perwerdehiyê di bin sponsoriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye.   Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a têkildarî bûyerê wiha ye:   "Piştî hevdîtina dawî ya ku Erdogan bi aliyên navneteweyî û herêmî re li dar xist, êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me zêde bûn. Di encama van êrişan de gelek sivîl, zarok û fermandarên li kêleka Koalîsyona Navneteweyî li dijî rêxistina DAIŞ'ê şer kirin şehîd bûn. Îro jî di çarçoveya şerê xwe yê qirkirinê de li dijî gel û herêmên me êrîşên nû pêk tîne, mînaka wê jî doh bi şev dewleta Tirk a faşîst bi balafirên bêmirov rêya Til Temir-Hesekê nexasim navenda Fêrkirinê ya taybet bi jinan a li gundê Şimoke ku tenê 2 km dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye ku Neteweyên Yekbûyî sponseriya wê dike, kir armanc. Di encamê de 4 zarok şehîd bûn û 11 zarokên keç jî birîndar bûn. Ev êrİşa hovane hemû pîvan û qanûnan binpê dike û sûcên şer e. Di heman demê de şerê qirkirinê yê li dijî gelê me pêk tê ye û rûyê din ê DAIŞ'ê ye.   Ji wê diyar dibe ku Erdogan behsa operasyona leşkerî kir, dihat wateya ku ew ê terorîzma xwe li ser her kesî ferz bike bêyî ku bersiv hebe.   Ev êrİş xeteriyê li ser zarokan û li ser navendên fêrkirin û sivîlan çêdike û nîşaneya encamên giran dike. Wê bi wê re zêdetir li Sûriyeyê tevlihevî çêbibe û rewşeke nû derxe ku bandorê li Sûriyeyê û gelê wê bike.   Hincetên dewleta Tirk ên derew ji bo rewakirina êriş û dagirkirina herêmên me ye. Ji lewre xetereyên vê êrişê rojane zêde dibin. Ev jî teqez dike ku Sûriye di bin xetere û gefa dewleta Tirk de ye û divê hemû Sûriyeyî vê yekê bizanin û dersan ji siyasetên dewleta Tirk derxin."