'Bila girtiyên nexweş bên berdan’ 2022-08-19 13:41:19 DÊRSIM - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê têkildarî mirinên li gitîgehan daxuyanî da û xwest girtiyên nexweş bên berdan.  Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê têkildarî mirinên li girtîgehan di rojên dawî de zêde bûne û zextên li ser girtiyan pêk tên, li Kolana Hunera daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Platformê pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan û dawî li mirina bê anîn” vekirin. Serokê Partiya Kedê yê Dêrsimê Ergîn Tekîn daxuyanî da. Tekîn mirinên li girtîgehan pêk tên bi bîr xist û destnîşan kir ku ji sala 2021’ê ve herî kêm 46 girtiyan li girîgehan jiyana xwe ji dest dane. Tekîn da zanîn ku girtiyê nexweş Îbrahîm Yildirim ê ji Dêrsimê çend roj berê li Girtîgeha Xarpêtê ji ber nehat berdan jiyana xwe ji dest da û piştre siyasetmedar Mehmet Candemîr jiyana xwe ji dest da û îro jî girtiyê neweş Bazo Yilmaz li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.    ‘CIHÊKARÎ LI GIRTIYÊN KURD TÊ KIRIN’    Tekîn anî ziman ku li dijî girtiyên siyasî û şoreşger polîtîkaya cihêkariyê pêk tê û mînaka vê cihêkariyê di şexsê siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk de xwe radixe ber çavan û yên ku Tûglûk bernadin wê terkî mirinê kirine. Tekîn polîtîkaya Saziya Tiba Edlî (ATK) ku biryara berdana girtiyên nexweş nade rexne kir û xwest ATK dawî li vê polîtîkaya xwe ya binpêkirina mafê jiyanê bîne. Tekîn destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweş li derve bên dermankirin xwest demildest bên berdan û divê astengiya li pêşiya girtiyên cezayên xwe qedandine bê rakirin û hemû bên berdan.