Li Golên Satê amadekariya operasyonê tê kirin 2022-08-19 14:00:46 COLEMÊRG - Ketina Golên Satê yên Cîlo ku beriya niha ji aliyê walitiyê ve girêdayî wergirtina destûrê hatibû kirin, mehekê hate qedexekirin.  Walîtiya Colemêrgê ku ketina Golên Satê yên Cîlo beriya niha girêdayî wergirtina destûrê kiribûn, mehekê hate qedexekirin. Bernameyên gelek komeleyên derdorê û kulubên çiyageriyê yên Golên Satê bi biryara hate wergirtin re hatin betalkirin.    Hate hînbûn ku ji ber li dijî Golên Satê û herêmên li derdorê amadekariyên operasyonê tên kirin ev biryar hatiye wergirtin.