Cenazeyê Bazo Yilmaz e li girtîgehê hatibû qetilkirin bi girseyî hat veşartin 2022-08-19 14:38:46 RIHA - Girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz ku li Girtîgeha Rihayê hat qetikirin, li bajaroka Gogan a navçeya Xelfetiyê bi tev li bûna hezaran kesan û dirûşman hat veşartin.    Cenazeyê girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz (67) ku duh bi şev li Girtîgehê Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê hate qetilkirin, li goristana bajaroka Gogan a navçeya Xelfetiya Rihayê hat oxirkirin. Malbata Bazo ku li ser girtîgehê ew agahdar kirin, hatin pêş Saziya Tiba Edlî (ATK), piştî kirariyên otopsiye cenaze wergirtin û bi konvoyekî erebeyan birin goristana bajaroka Goganê. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tev li merasîma veşartina cenazeyê Yilmaz bûn.    ‘SERÎ LI ZALIMAN NETEWAND’   Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan bi bîr xist ku wan gelek caran rewşa tenduristiya Yilmaz anîne rojevê û serî li ATK’ê dane û got: “ATK biryara ku ‘Dikare li girtîgehê bimîne’ dide. Ma ev ne dijmintiye? Kesên ku Yilmazê bi dengekî mezin hatibû hilbijartin, ber bi mirinê ve birine, kesên ew şandine girtîgehê û kesên li cem wan disekinin berpirsyarê ve cînayetê ne. Gelê Goganê bi awayekî birûmet xwedî li şehîdê xwe derket. Berpirsyariya girtîgehê, Serdozgerê Rihayê, nexweşxaneyê, Meclis'ê û ATK’ê di vê bûyerê de heye û em jî dê bibin şopdarê vê yekê. Tişta ku ji vî gelî re layîk tê dîtin kuştin e. Rêhevalê me Bazo serî li zaliman netewand.”   BERPIRSYAR DESTHILATA AKP’Ê Û MHP’Ê YE   Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu  ku bi Bazo Yilmaz re li herêmê xebat dabû meşandin derbarê girtina Bazo de ev tişt gotin: “Bi awayekî dijhiqûqî li şûna hevalên me qeyûm tayîn kirin û hevalên me avêtin nav çar dîwaran. Hevalê me Bazo 6 sal berê hate girtin. Li dijî girtiyên siyasî polîtîkaya îmhakirinê heye. Her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Di demên dawî de nêzî 50 girtî jiyana xwe ji dest dan. Ji cenazeyên ku ji girtîgehan derdikevin desthilata AKP û MHP’ê berpirsyar e.”   Piştî axaftinan cenazeyê Bazo Yilmaz ji aliyê hezaran kes ve û bi berzkirina dirûşmeyan birin goristanê. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Yilmaz hat veşartin.    Girse piştî ku cenazeyê Yilmaz sipart axê ber bi mala birayê wî Cafer Yilmaz ve çû. Malbat dê êvarî li Mizgefta Tokiyê dê şîna xwe dane û serdanan qebûl bikin.    Şaredarê Bajaroka Goganê yê berê û endamê Meclisa Şaredariya Xelfetiyê Yilmaz, bi îdiaya endamê Kongreya Civaka Demokratîk bûye di 12'ê Mijdara 2016'an de hatibû binçavkirin û girtin. Di sala 2018'an de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" derbarê Yilmaz de 9 sal cezayê hefsê hate dayîn.   Mirina Yilmaz duh bi şev bi riya telefonê ji malbatê re hatibû ragihandin. Yilmaz ê li ser pirsgirêkên tenduristiyê di 8'ê sibata 2021'ê de rakiribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) re rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" hatibû dayîn. Îtîraza ku têkildarî raporê li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû kirin jî hatibû redkirin. Yilmaz ê bi nexweşiya Kronîk Obstruktîf a Kezebê (KOAH) ketibû û girêdayî cîhazê oksîjenê dijiya.