Ozturk: Ruhê berxwedana Agiriyê li Îmraliyê berdewam dike 2022-08-19 15:49:38   AGIRÎ - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di merasîma vekirina Rêxistina DBP’a Agiriyê de axivî û got: “Dermanê çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên Tirkiyeyê li ba birêz Abdullah Ocalan e.”    Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Agiriyê avahiya xwe vekir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û gelek kes tev li merasîma vekirina avahiyê bûn.    Hevserok Berdan Ozturk di merasîma vekirinê de axivî û destnîşan kir ku îktidara AKP-MHP’ê hemû planên xwe li ser serî tewandina kurdan ava kirine û tevî ku 7 sal di ser plana têkbirinê re derbas bûye jî kurd ji her demê bêtir li ser pêya ne û di encama berxwedana kurdan de dê îktidara AKP-MHP’ê têk biçin.    BERXWEDANA KURDAN    Ozturk anî ziman ku xelkê Agiriyê di dîroka Kurdistanê de li dijî dagirkeran berxwedanek mînaka wek Çiyayê Araratê nîşan dane û wiha axivî: “Di Zindana Amedê de Mazlûm Dogan û û hevrêyên xwe dîrok nivîsandin. Xwestin di şexsê Mazlum Dogan û hevrêyên wî de gelê kurd teslîm bigirin. Lê belê hevalên me bi sekna xwe ya berxwedêr li dijî Esad Oktay, Kenan Evren û zîhniyeta derketin û zilma wan têk birin. Ji wê dîrokê ve heta niha berxwedana gelê kurd û sekna wan qet neguherî. Her ku diçe ev berxwezan berfireh dibe û heta azadiyê dê dewam bike. Bedelê vê çi dibe bila bibe em ê bidin û em wek her demê ji vê re amade ne. Gelê kurd yek ji gelê herî qedîm ê xaka Mezopotamyayê ye. Werin em bi hev re jiyanek azad û wekhev ava bikin. Divê êdî baş bê zanîn ku gelê kurd li başûr, rojava, rohilat ne kurdên berê ne. Serokkomar Erdogan diçe Ameîka, Soçiyê. Ev ne çareserî ne. Dermanê çareseriya pirsgirêka li Kurdistanê û pirsgirêkên Tirkiyeyê li ba birêz Abdullah Ocalan e. Em carek din ji Agiriyê gazî dikin; ruhê berxwedanê ji Agirî dest pê kir û îro li Îmraliyê didome.”    Piştî axaftina Ozturk, avahiya DBP’ê hat vekirin.