Li Şehbayê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn 2022-08-19 20:14:08   NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama bomberana Tirkiyeyê de ya li ser bajarê Şehba yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zarokek û jinek birîndar bûn.   Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê, didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Hisên Xelef (13) û Xedîce Şemo (55) di bombebaran li ser Qeramil, Hasîn, Eyn Deqnê, Belûniyê û Til Rifetê yên Şehbayê de birîndar bûn. Birîndar li Nexweşxaneya Avrîn a Şehbayê tên dermankirin.