Endama DÎB'ê Davûtoglû: Tifaqa Ked û Demokrasiyê bijardeyeke sêyemîn e 2022-09-29 09:01:32 STENBOL - Endama Lijneya Koordînasyona DÎB'ê Nesteren Davûtoglû diyar kir ku deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo avakirina komareke demokratîk deklarasyoneke bi hêz e û got ku ev tifaq bijardeyeke sêyemîn a hêvîder e.   Olana deklarasyona Tifaqa Ked û Azadiyê ku ji bo pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê çareseriyan di xwe de dihewîne û bang li girseyên berfireh dike, dewam dike. Di deklarasyonê de ku peyamên têkoşîna hevpar û berfirehkirina tifaqê hatine dayîn, têgînên wekî demokrasî, aştî, azadî, wekhevî, edalet û kedê derketin pêş. Endama Lijneya Koordînasyona Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DIB) Nesteren Davûtoglû deklarasyona Tifaqa Ked û Azadiyê nirxand.   Davûtoglû anî ziman ku ew çûne Navenda Kongreyê ya Halîçê ku deklarasyona Tifaqa Ked û Azadiyê lê hat eşkerekirin û ji nêz ve ew şopandine û got ku beşdarbûn, eleqe û coşa li wir cihê kelecaneke mezin bû. Davûtoglû wiha axivî: “Gava min gav avêt hêwanê, min ew yekitî, serdestiya sor, adaptasyona sirûdan û rîtma wan kirin ku dilê min bike gupegup. Çar pêkhateyên DÎB'ê di nava Tifaqa Ked û Demokrasiyê de ne. Bi dîtina min, deklarasyona ku hatiye eşkerekirin pir berfireh e. Tifaq; li ser têgînên wekhevî, azadî û edaletê sekinîbû. Bilêvkirina van têgînan tê wateya jiyaneke mirovî. Ji ber vê yekê deklarasyon metneke pir hevdem bû."   Davûtoglû li ser naveroka deklarasyonê jî sekinî û got ku du xalên wê yên girîng hene. Davûtoglû destnîşan kir ku ya yekê lêhûrbûna wê ya li ser newekheviya di dabeşkirina dahatê de û wiha domand: “Çarçoveya ku di deklarasyonê de hatiye xêzkirin tam naverasta pirsgirêkên Tirkiyeyê ye. Bi aboriyê dest pê kir û li ber xizaniyê rabû. Ji ber vê yekê pir girîng û bibandor bû. Ji ber ku di hin xebatên me de jî, ez rastî hin kesan hatim ku di sarinca wan de kartolek jî tune ye û a din a rojê nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê."    Nesteren Davûtoglû   Davûtoglû bilêv kir ku Tifaq demildest divê bêedaletiya di dabeşkirina dahatê de çareser bike û ev tişt anî ziman: "Heya dabeşkirina dahatê çareser nebe dê tu tişt çareser nebe."    ÇARESERKIRINA MESELEYA KURDÎ   Bi domdarî Davûtoglû destnîşan kir ku yek ji xalên duyemîn ên girîng ên deklarasyonê jî çareseriya meseleya kurdî ye. Davûtoglû anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke mezin a demokrasiyê heye û meseleya kurdî û demokrasiyê bi hev ve girêdayî ne û wiha dewam kir: "Ez pirsgirêka kurdî wekî pirsgirêkeke pir girîng dihesibînim, lê ez dibînim ku bi sivikayî nêzî wê dibin û di çaçroveyeke neteweyî de li ser disekin. Ez wiha difikirim ku dê ev helwest ji wextê me bixwe. Bi ya min dema di çaçroveya feraseta wekhevî û welatê hevpar de nêzîkatiyek hebe, dê ev mesele çareser bibe. Mesela çima mirovek nikaribe bi zimanê xwe yê zikmakî baixive? Nasnameya xwe çawa pênase biek, ew e. Yanî kes nikare nasnameyeke din li kesine din ferz bike."    ÊDÎ DIVÊ DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDAN BIQEDE   Di berdewamê de Davûtoglû diyar kir ku li ser banga DÎB'ê li dijî polîtîkayên şer ên desthilatê komîsyona "rabûneke demokratîk a aştiyane" hatiye avakirin û got ku meseleya kurdî bi zext, operasyonên derveyî sînor û tundiyê çareser nabe. Davûtoglû di dirêjiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Berî her tiştî divê dest ji vê feraseta zordariyê bê berdin. Desthilat her ku hêz qels dibe, berê xwe dide tundiyê. Em DÎB difikirin ku divê ev pirsgirêk li dor maseyê gav bi gav bi rêbazên demokratîk çareser bibe. Me pêvajoya çareseriyê dît ku bi kêrî her kesî hat. Di detshilata AKP'ê de belkî tişta herî baş tenê pêvajoya çarseriyê bû. Lê ji heq wê derneket. Bi samîmî û duristî nêz nebû. Ew çû, lê ger cardin pêvajoyek çareseriyê çê bibe, vê carê divê bi aştî, wekhevî û hezkirinê be. Ji lew re wekhevî ne tiştekî ku mirov pê qaneh nebe. Û kurd bi hezaran sal in li ser vê axê dijîn. Niha divê cardin li hev kom bibin û dest pê bikin. Bi feraseteke nû û xwestekek nû em dikarin bi hev re biryarê bidin ka em ê li welatekî çawa bijîn û çawa bi ser bikevin. Êdî ev dijminatiya li hemberî kurdan bi dawî bibe.”   JIN DI NAVENDA TIFAQÊ DE NE   Davûtoglû anî ziman ku roj bi roj qetlîamên li ser jinan zêde dibin û li hemberî vê polîtîkayên pêşîlêgirtinê nayên pêkanîn û got ku jin di navenda Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin. Davûtoglû wiha domand: “Di vî warî de jin li pêş bûn. Li dijî polîtîkaya jinan a desthilatê, di mijara pêşîlêgirtina li kuştina jinan de xalên girîng hatin bilêvkirin. Yanî, di warê li dijî tunekirina ekolojî û xwezayê, li dijî rantê û kapîtalîzmê, pirsgirêka jin, ciwan, karker, girtîgeh, kesên LGBTI+ û sîstema edaletê de deklerasyoneke pir xurt e. Em piştgiriya wê dikin, em jî di nava vê bangê de ne. Em çareseriya pirsgirêkan di tifaqê de dibînin."   DIBE KU LI TIRKIYEYÊ BIBE BIJARDEYEKE SÊYEMÎN   Davûtoglû diyar kir ku tê xwestin ku civaka Tirkiyeyê di nava Tifaqa Miletê û Tifaqa Cumhûrê de bê asêkirin û got ku Tifaqa Ked û Azadiyê dê bibe bijardeya sêyemîn a Tirkiyeyê. Davûtoglû ev nirxandin kir: "Niha li Tirkiyeyê girseyeke mezin a bêbiryar heye. Ev girse dizane ku ew ê li kîjan aliyî cih negire, lê bêbiryar e ku dê li ku cih bigire. Ji ber ku li Tirkiyeyê yên li dora demokrasiyê bûn yek, nikaribûn yekîtiyeke tekûz ava bikin ev girse bê bijarde ma. Lê niha HDP gav bi gav xwe bi gelên Tirkiyeyê da naskirin û nîşan da ku ew alîgirê ked û azadiyê ye. Bi ya min ferqa herî sereke jî ev e. Ez wisa difikirim ku ev tifaq dê tenê di teoriyê de nemîne û dê enerjiyeke baş li pratîka jiyanê bar bike. Di warê teorîk de baş li ser hem halên wê hatiye sekinandin. Jiyaneke hevdem hatiye pênasekirin. Her wiha gava em lê mêze dikin êdî tiştekî ku desthilat bide vî gelî nemaye. Lewma li ber Tifaqa Ked û Azadiyê firsendeke mezin heye. Heger xewnên xwe, fikirên me bi projeyan vebêje şansekî wê yê pir mezin heye.”   Davûtoglû di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku deklarasyona Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo avakirina komareke demokratîk deklarasyoneke bi hêz e û got ku ev tifaq bijardeyeke sêyemîn a hêvîder e.   MA/ Esra Solîn Dal