Yek jê jineke ducanî bi giştî 13 kes di êrişa rejîma Îranê de hatin qetilkirin 2022-09-29 12:01:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa rejîma Îranê yên li ser baregehên partiyên rojhilatê Kurdistanê de yek jê jineke ducanî bi giştî 13 sivîl hatin qetilkirin û 3 jê rojnameger bi giştî 58 kes jî birîndar bûn.    Rejîma Îranê duh li dijî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î), Civaka Kedkar a Şoreşger a Kurdistanê Îranê (Komele) û Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK) ên li Silêmaniye û Hewlêrê, bi Balafirên Biçek û Bêmiro (SÎHA) û moşekan êrişeke dijwar kir. Di encama êrişa rejîma Îranê de gelek kes hatin qetilkirin û birîndarkirin.    Têkildarî mijarê servîsên antîterorê yên Herêma Federal a Kurdistanê daxuyanî dan û diyar kirin ku di encama êrişan de yek jê jineke ducanî bi giştî 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û piranî jê sivîl bi giştî 58 kes jî birîndar bûne. Her wiha di nava birîndaran de sê nûçegihanên K24’ê jî hene.    BU FUZEYÊN BALISTÎK Û DRONEYAN ÊRIŞ KIRIN   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rejîma Îranê êriş bi fuzeyên balîstîk û droneyên bombebarkirî pêk aniye û zêdetirî 70 caran êriş kiriye. Di heman demê de hikûmeta Bexdayê jî diyar kir ku êriş bi 20 droneyên bombebarkirî hatiye kirin.    BERTEKÊN LI DIJÎ ÊRIŞÊ   Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê û ya Bexdayê êriş şermezar kirin. Her wiha Fermandariya Leşkerî ya Rojhilata Navîn a DYA'yê Centcomê jî ragihand ku roja çarşemê piştî nîvro droneyeke ber bi Hewlêrê ve diçû û 'Ji bo hêzên Centcomê gef bû' hatiye xistin. Washingtonê jî bi daxuyaniyekê êrişên Îranê weke ‘êrişeke kustah a li ser serweriya Iraqê’ pênase kir û şermezar kir. Li gel vê, Londonê jî bang li Tehranê kir ku dawî li bombebaranê bîne.    Têkildarî mijarê hikûmeta Almanyayê bi daxuyaniyekê û got “ev êriş nayê qebûlkirin” û hikûmeta Fransayê jî weke “binpêkirina serweriya xaka Iraqê” pênase kir û êriş şermezar kirin.