Li dibistaneke Stenbolê cihêkariya navê kurdî li xwendekar tê kirin 2022-09-29 14:18:06   STENBOL - Hat zanîn ku xwendekareke kurd ê li Dibistana Navîn a Bahariye ya Kadikoyê dixwîne bi cihêkariyê re rûbirû maye. Bavê xwendekar got zexta ku qeyda zarokên xwe bibe dibistanek din lê hatiye kirin.    Li Dibistana Navîn a Bahariye ya li navçeya Kadikoya Stenbolê xwendekarê bi navê R.P. ku diçe pola 8’emîn ji ber navê wî bi kurdî ye bi cihêkariyê û muameleya nijadperest re rûbirû maye. Li gorî agahiyên hatin bidestixistin, piştî nîqaşa di navbera R.P. û xwendekarên dibistanê derbarê wî de lêpirsîna dîsiplinê hatiye destpêkirin. Derbarê xwendekarên din de tu tiştek nehatiye kirin. Hat diyarkirin ku dê R.P. roja duşemê derkeve desteya dîsiplînê.    ZEXTAN LI MALBATÊ DIKIN    Bavê zrok, Harûn P. ji ajansa me re axivî û diyar kir ku 3 sal in lawê wî li vê dibistanê dixwîne û hem ji ber navê xwe hem jî ji ber kurdbûna xwe her tim bi sepanên nijadperestiyê re rûbirû dimîne. Harûn P. da zanîn ku du sal berê jî nîqaşek wiha di navbera lawê wî û xwendekaran de qewimî ye û di kêliya nîqaşê de lawê wî li mermere ketiye û ji serê xwe birÎndar bûye lê rêveberiya dibistanê vê rewşê “awayî” pêşwazî kiriye. Harûn P. anî ziman ku mamosteyan ji lawê wî re gotiye, “Navê te gelek zor e. Em nikarin vî navî bînin ziman. Gelo em dikarin ji te re bêjin Reno?” Harûn P. da zanîn ku mamosteyan li hemberî lawê wî nijadperestiyê kiriye. Harûn P. destnîşan kir ku rêveberiya dibistanê zextê lê dike ke ku qeyda zarokên xwe bibe dibistanek din.    Li ser vê îdiayê em li Dibistana Bahariye geriyan û rayedarek ji dibistanê îdia kir ku ev mijarên bûne îdia bêbingeh in.