Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê dest bi rojiya mirinê kirin 2022-09-29 14:20:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Mazlum Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin, diyar kirin ku rayedarên girtîgehê destên wan ji pişt ve kelemçe kirine û piştre îşkence li wan kiriye. Dag û Er, li dijî îşkence û miameleya xerab, dest bi rojiya mirinê kirin.    Di 17’ê tîrmeha sala 2019’an de li dijî xebatkarê Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê Osman Kose û hemwelatiyên Iraqê Nêrîman Osman û Beşdar Ramazan êrişeke çekdarî hatibû kirin. Di encama êrişê de her sê jî hatibûn kuştin. Rêveberiya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê bi hinceta êrişê, Mazlum Dag û Abdurrahman Er girtibûn û cezayê îdamê lê birîbû. Dag û Er, li Girtîgeha Hewlêrê dest bi rojiya mirinê kirin.    Dag û Er li ser telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin ku rastî êrişên devkî û fîzîkî hatine, destên wan ji pişt ve hatine kelemçekirin û bi vî awayî hatine îşkencekirin. Dag û Er, da zanîn ku li dijî binpêkirinên mafan, nêzikatiya xerab û îşkenceyê dest bi çalakiya rojiya mirinê kirine.