HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan zêde dibe 2022-09-29 15:38:12 ENQERE - Di rapora ku Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA amade kir de diyar kir ku li Îranê derbarê çalakgerên hatine desteserkirin de karûbarê binavkirinê nehatiye kirin û mirov hatine revandin.    Çalakî ango xwepêşandanên ji bo qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve pêk hat, li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bûne. Xwepêşandan di roja 13’emîn de berdewam dikin. Ji ber ku enternet li welat hatiye qutkirin rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên civakî nikarin daneyan tomar bikin û piştras bikin. Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA têkildarî çalakiyên roja 11’emîn daneyan belav kir.    DIRÛŞM DAXWAZA WAN TÎNE ZIMAN    Li gorî daneyên HRANA’yê yên aydî 27’ê îlonê çalakî li eyaleta Sînê, eyaleta Tahran, eyaleta Kirmanşah û eyaleta Chabahar û gelek bajarên din berdewam kirin. Xwepêşandar dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. Di raporê de tê gotin ku gelek jinên ku têkildarî çalakiyan axivîne bi dirûşman pir eşkere daxwazên xwe anîne ziman û divê êdî “polîsên ehlaqê” qebûl nakin.    XWEPÊŞANDAN LI ZANÎNGEHAN DIDOMIN     Di raporê de hat diyarkirin ku hejmarek zêde xwendekarên gelek zanîngehan ji ber çalakiyan hatine girtin û mamosteyên zanîngehan dibêjin heta ku xwendekar neyên berdan dê nikaribin dersan bidin. Li zanîngehên Tebrîz û Tahranê hefteyeke perwerdeh hatiye sekinandin û xwendekar li kampûsan kom dibin û xwepêşandanan li dar dixin û hîndekarên zanîngehê jî destekê didin xwendekaran.    NE BINÇAVKIRIN REVANDIN E    HRANA di rapora xwe de destnîşan kir ku li seranserî welat bi hezaran mirov hatine girtin û tenê ji girtiyên Tahranê 144 kes nasnameya wan hatiye tespîtkirin û gelek kesên hatine girtin derbarê wan de tu karek qanûnî nehatiye kirin. HRANA di rapora xwe de got welatî ne ku hatine binçavkirin hatine revandin. HRANA diyar kir ku gelek jinên hatine girtin di qawîşa 209’emîn a Girtîgeha Evînê de tên ragirtin.    HEJMARA KUŞTIYAN ZÊDE DIBE    Her wiha HRANA da zanîn ku li Sariyê 450, Gonbad-e Kavusê 180, Semnanê 155 û Îlamê jî 180 kes hatine girtin. HRANA anî ziman bi qasî ku pişrast kirine 54 kes ji aliyê polîs û çeteyên paramîlîter ve hatine qetilkirin. Li gorî medyaya Komara Îslamî ya Îranê 41 kes hatine qetilkirin û li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê jî di çalakiyan de 76 kes hatine qetilkirin.    HERÎ KÊM 20 ROJNAMEGER HATINE GIRTIN    HRANA di rapora xwe de cih da zextên li ser rojnamevanan jî û li gorî daneyên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) jî herî kêm 20 rojnameger dema çalakî şopandine hatine girtin.