‘Bila polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe’ 2022-09-29 15:52:43   ÎZMÎR – Ji xizmên girtiyan Hanîfe Gumuş di roja 119’an a Nobeta Edaletê de axivî û xwest ku êdî dawî li polîtîkaya zext û zilmê ya li ser girtîgehan bê anîn. Gumuş, got ku divê girtiyên nexweş bên berdan.    Malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin û rakirina tecrîda li ser girtîgehan, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 119’an de li ber Edliyeya Îzmîrê ya li Bayrakliyê berdewam kir. Malbatên girtiyan di çalakiyê de pêşmalkên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li xwe kiribûn. Di çalakiyê de malbatan gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Manîsayê û yên navçeyên Bornova û Konakê jî piştgirî dan çalakiyê.    Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Hanîfe Gumuş axivî û xwest ku polîtîkaya zextê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe. Bi domdarî Gumuş, ev tişt anî ziman: “Mafê tedawiyê yê zarokên me tê astengkirin. Dema dibin nexweşxaneyê û tînin, têxin hucreyên yekkesî. Gelo girtiyên nexweş dê di hucreya yekkesî de çawa pêdiviyên xwe pêşwazî bike? Pirtûk, kovar û rojnameyan nadin girtiyan. Heta fatûreyên ceyran û avê jî girtî bi xwe didin. Di serî de Aysel Tugluk, bila hemû girtiyên nexweş bên berdan. Bila daxwazên girtiyên ku li Girtîgeha Kiriklarê ketine greva birçîbûnê bi cih bînin. Em naxwazin zarokên me di girtîgehan de bimrin. Em naxwazin ku cenazeyên zarokên kurd di qartonan de radestî dayik û bavên wan bên kirin. Ez li vir bang li wezîrê edaletê û serokkomar dikim; van komkujiyan di zûtirin demê de bidin sekinandin û dawî li vê zilmê bînin.”