Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê 2022-09-29 18:33:16   WAN - Di roja 7'an a Mîhrîcana ŞanoWanê de lîstika "Dek û Dolabên Scapen"ê hat lîstin.    Mîhrîcana ŞanoWanê ku di 23'yê Îlonê de bi dirûşmeya "Ew roj wê hilê, ew bihar wê bê" dest pê kir, didome. Mîhrîcan saet di 15.00'an de bi lîstika "Dek û Dolabên Scapen"ê dest pê kir. Lîstika "Dek û Dolabên Scapen"ê ku behsa pirsgirêkên di navbera bav û law de dike, rastî eleqeyeke mezin hat.   Mîhrîcan dê êvarî saet di 20.00'an de bi lîstika “Tenê Ez” bidome û sibê bi lîstika "Dîsa Tehlihev Bû” bi dawî bibe.