Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin 2022-09-29 20:12:38   ENQERE – Der barê Parlementera HDP'ê ya Amed Semra Guzelê de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ji 7 salan heya 15 salan ceza li Guzelê bê birîn.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê hatibû betalkirin, di 2'yê Îlonê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibû binçavkirin û di 3'yê Îlonê de hatibû girtin.    Îdianameya der barê Guzelê de hat temamkirin. Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku bi sûcê "endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û 6 mehan heya 15 salan cezayê girtîgehê li Guzelê bê birîn.    Îdianame ji Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê re hat şandin.