Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye 2022-09-29 20:45:59   ERZIROM - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaşê ku di serdana girseyî ya ji bo malbata Hakan Arslan de ku piştî 7 salan cenazeyê wî di kîsikekî de radestî malbatê hatibû kirin, got ku ya hatiye kirin eziyet e û sûcê li hemberî mirovhiyê ye.    Bi pêşengiya Komeleya Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER) ên şaxa Wan û Amedê, bi girseyî serdana malbata Hakan Arslan hat kirin ku di dema “qedexeya derketina derve“ ya sala di 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû ragihandin de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî piştî 7 salan di kîsikekî de radestî malbata wî hatibû kirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag, parlamenterên partiyê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwarî (TÛAY-DER), Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û bi sedan kes tev li serdanê bûn.    Girse li ber goristana gund li hev kom bû û ber bi mala Arslan ve meşiya. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Şehîd namirin“ hatin berzkirin. Li ber sirûda “Çerxa Şoreşê“ rêz hat girtin û bi dû re daxuyanî hat dayîn.   AGÎT ÎPEK HAT BIBÎRXISTIN   Hevserokê HDP’ê yê Erziromê Mûhammer Dûman bertek nîşanê pêkanînên li hemberî cenazeyan da û got: “Apê Alî Riza ne bi tenê ye. Ên ku hesab û kîtabê xwe dikin, bila kurdan bibînin û li wê gorê hesabê xwe bikin. Gava cenaze bi kargoyê şandin em wiha tevbigeriyana wê cenazeyên me yên din jî di kîsan de nedana me. Kurd wê li cenazeyên xwe xwedî derkevin. Kurd yek in û bi hev re ne."   Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya jî cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek ku bi kargoyê teslîmê malbata wî hatibû kirin bibîr xist û wiha axivî: “Li aliyekî cenazeyekî di kîsekî de didin bav û li aliyê din jî cenazeyekî bi kargoyê ji dayikê re dişînin. Êrişê goristanan dikin. Dayikên me bi vî şerê derûnî rû bi rû ne. Li dijî van êrişan em kurd bi dayikên xwe re ne.“ ' SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ YE'   Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got: “Gelê kurd dest ji zimanê xwe û çanda xwe bernedaye û wê bernede. Piştî 7 salan di kîsikekî de dayîna cenaze eziyet e, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Deshilatdariya AKP-MHP’ê ji ber sûcên ku li dijî kurdan kirin wê bê mehkûmkirin. Ez bang li hemû kesên ku behsa mafê mirovan, demokrasî û edaletê dikin, dikim. Ku mesele tê ser kurdan hûn bertek nîşanê eziyeta li mirî tê kirin nadin! Miriyên me li ku bin, gorên me li ku bin ew der axa me ye, welatê me ye. Em ê li gor û miriyên xwe xwedî derkevin.“   DI DÎROKÊ DE TIŞTEKÊ ÊRIŞEKE WIHA NEHATIYE DÎTIN   Hevserokê DTK’ê Berdan Ozturk jî wiha got: “Di dîroka mirovahiyê de li dijî cenazeyan êriş çênebûne, di şerê di navbera qebîleyan de jî zilm û eziyet li cenazeyan nehatiye kirin. Ev nîşaneya wê yekê ye ku vê dewletê di zilm û bêwijdaniyê de ji hemû zilmkarên di dîrokê de wirdetir e. Lê hûn çi jî bikin wê gelê kurd meşa xwe ya ji bo azadiyê bidomîne. Rêya me rêya serkeftinê ye. Bila serê gelê me sax be."   'ŞEHÎDÊ ME HEMÛYAN E'   Alî Riza Arslan, bavê Hakan Arslan, jî got: “Ev tenê ne şehîdê min, şehîdê me hemûyan e.“