'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe' 2022-09-29 21:11:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê ku qetilkirina Jîna Amîniyê li ber Konsolosxaneya Îranê şermezar kir got ku pergala ji tayê por bitirse, dawiya dawî dê ji aliyê jinan ve bê hilweşandin"   Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê, qetilkirina Jîna Mahsa Amîniyê ku ji aliyê “polîsên exlaqê" yên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, li ber Konsolosxaneya Îranê protesto kir. Polîsan dor li çalakgeran girt. Jinan pankartên li ser “Em li her derê li ber xwe didin“ nivîsandî hildan û bênavber dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî", “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin" berz kirin.  Li ser navê Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê Bîrcan Dal daxuyanî xwend. Dalê bibîr xist ku ji zû de ye jin li ber zextên dewleta Îranê radibin.    Dal destnîşan kir ku rejîma Îranê xwe çi qas tund û tûj dike jin jî ew qas zêde têdikoşin û wiha got: “Piştî qetilkirina Jînayê bi pêşengiya jinan çalakî li çar aliyê Îranê hatin lidarxistin. Hêzên rejîma Îranê bi dehan çalakger qetil kirin, bi sedan girtin. Em êrişên dewleta Îranê yên li dijî berxwedana rewa ya gelê Îranê û jinan şermezar dikin."   Dal anî ziman ku jin ancax bi têkoşîn û berxwedanê dikarin ji pergala zilamsalariyê rizgar bibin û wiha got: “Pergala ji tayê porê jinan bitirse, dawiya dawî wê ji aliyê jinan ve bê hilweşandin. Em jinên KESK’î bi xwişkên xwe yên li Îranê re ne ku bi wêrekî li dijî qanûnên zayendperest û neyarê jinan ên rejîma Îranê dengê xwe bilind dikin. Bila hemû jinên li Tirkiyeyê xwedî li vê berxwedanê derkevin."   Çalakî bi berzkirina dirûşimeya “Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû. EDENE   Platforma Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Şaxên Edeneyê jî bi dauxyaniyekê qetilkirina Amîniyê şermezar kir. Seroka Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Şaxa Wanê Fatma Sariogûz Guney metna daxuyaniyê xwend.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku qîrînên jinên îranî di heman demê de dengê serîhildan û berxwedanê ye û piştgiriya ji bo berxwedana jinên îranî hat ragihandin.