HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da 2022-09-29 21:32:31   AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê di xwarina piştevaniyê de bal kişand ser girîngiya têkoşîn û berxwedanê.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Amedê xwarina piştevaniyê da. Xwarin li hêwaneke dawetê hat dayîn. Partiyên siyasî, parlemneterên HDP'ê yên bajêr Îmam Taşçier, Remziye Tosûn û hevşaredarên qeyûm tayinî şûna wan hatine kirin, sazî û dezgehên li bajêr û gelek welatî tev li xwarinê bûn. Hêwana xwarinê bi alayên HDP'ê hat xemilandin û pankartên li ser "Bi Tifaqa Ked û Azadiyê ber bi serkeftinê ve" û "Jin Jiyan Azadi" nivîsandî hatin daliqandin.    ‘BERXWEDANA JINÊ LI HER DERÎ BELAV BÛ'   Di xwarina piştevaniyê de ewilî Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy axivî. Atasoyê bilêv kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û bal kişand ser serîhildana jinan a ku bi tayê porê Jîna Mahsa Amîniyê ve dest pê kir û li her derê belav bû. Atasoyê wiha axivî: "Ez di şexsê Jîna Mahsa Amîniyê de hemû jinên jiyana xwe ji dest dane bibîr tînim. Me dît bê xeta azadîxwaz a jinê çawa ji jinên cîhanê re bûye mînak. Em jin îro ro li her derî li ber xwe didin."   'ÊN HEWL DAN KURDAN HILWEŞÎNIN EW HILWEŞIYAN'   Piştî Atasoyê Hevserokê HDP'a Amedê Zeyat Ceylan jî axivî. Ceylan malavayiya beşdaran kir û destnîşan kir ku Tifaqa AKP-MHP'ê ji bo bi "Plana Çokşikandinê" çokê bi gelê kurd bide şikandin bi awayekî bêexlaqî êrişê dibe ser HDP'ê û dostên wê. Erdnîgariya me her roj tê bombebarankirin. Di vî 7 salî de tu tişt nema neanîn serê me. Ji tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bigire heya bi gelek saziyan, êriş anîn ser vî gelî. Lê 7 sal in li hemberî hemû êrişan jî berxwedaneke dîrokî heye. Aborî û siyaset rûxiya. Êriş û şerên AKP-MHP'ê yên li hemberî kurdan hilweşiyan."    Ceylan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê sala 2023'yan bibe sala dawiya AKP-MHP'ê û wiha got: "Ji bo piştgirî û piştevaniya we mala we ava be."