HSD’ê têkildarî kuştina El Qureyşî daxuyanî da 2022-12-02 09:24:00   NAVENDA NÛÇEYAN – HSD’ê têkildarî kuştina serokê DAIŞ’ê Ebû el-Hesen el-Qureyşî daxuyanî da û da zanîn ku di operasyona kuştina wî de cih negirtine.    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî kuştina serokê DAIŞ’ê Ebû El Hesen El Qureyşî de daxuyaniyek da. HSD’ê da zanîn ku hêzên wan di kuştina El Qureyşî de cih negirtine û bala hêzên wan li ser êrişên Tirkiyeyê ne.    Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî mijarê wiha ye: “Parastina herêmên me û gelê me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrişên dewleta tirk a dagirker di dema niha de ji bo hêzên me erka herî sereke ye. Lê tevî vê jî hêzên me rê nadin ku DAIŞ ji van êriş û derfetên dagirkeriya tirk sûd bigire û êrişan pêk bîne. Hêzên me bi operasyonên pêşwext ên bi rêxistinkirî rê li ber êrişên muhtemel ên DAIŞ’ê digire û nahêle ew êriş li dijî kamp û zindana DAIŞ’iyan pêk were. Li vir em radigihînin ku em beşdarî kuştina serkirdeyê nû yê DAIŞ’ê Ebû el-Hesen El Qureşyî nebûne û ti têkiliya me bi kuştina wî re nîne.”