Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ji bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan li Silopiyayê dicive 2022-12-02 09:53:19   ŞIRNEX - Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê ji bo nîqaşkirin û diyarkirina stratejiya hilbijartinan li navçeya Silopiyayê dicive.   Rêveberiyên Herêmî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di sala 2021'an de li Enqereyê bi beşdariya 350'î delegeyan û mêvanên ji derve konferansa xwe ya bi dirûşmeya, "Em ê rejîma qeyûman hilweşînin û Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ava bikin" li dar xisti bû. Rêveberiyên Herêmî ji bo nirxandina pêvajoya salekî û nirxandina nexşerêya hilbijartinê wê li navçeya Sîlopiyayê ya Şirnexê bi tevlibûna 250'î hilbijartiyan pêk tê 3'ê kanûnê civîna serdema navber li dar bixin. Civîna ku ji 2 rûniştinan pêk tê wê roja ewil hilbijêrên jin bicivin û di roja 2'an de jî wê polîtîkayên qeyûman, xebatên şaredariyan û kêmasiyên hevşaredaran bên nirxandin. Der barê civîna ku tê li dar xistin de hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk ku malovaniya civînê dikin, axivîn.    'JI BOTANÊ HETA EDENEYÊ TEVLIBÛN DÊ ÇÊ BIBE'   Hevşaredar Adalet Fîdan diyar kir ku ev civîn ji bo hilbijartinên ku di pêşiya me de tên li dar xistin gaveke girîng e û wiha axivî: "Di 3-4'ê kanûnê de wê civîna me bê lidarxistin. Di sala 2019'an de hilbijartinên rêveberiyên xwecihî çêbûn, rêveberiyên xwecihî salê carekê konferansê û salê carekê jî civînên xwe yên serdema navber li dar dixîne. Piştî konferansa me li dar xistî wê ev civîn bê lidarxistin. Ji 65 şaredariyên HDP'ê 6 şaredarî mane yê ku nehatine desteserkirin. Lê belê gel jî diyar kiribû ku yê ku bûne namzetê rêveberiyên xwe cihî de cihê xwe digire wê 5 salan karê xwe bidomîne. Şaredariyên me yên ku ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin jî hevşaredarên me di nav xebatên de ne. Şaredariyên me yên ku mayin li ser peyvir jî kar û xebatên xwe didomînin. Armanca vê civînê jî nirxandina xebatên ku salekê hatine meşandin û encamnameya ku ji konferansê derketî bê nirxandin. Dê di civînê de xebatên ku nehatine kirin encamên wan bê nîqaşkirin. Ji bo sala pêşiya me jî dê bername bê derxistin. Hemû hevşaredar wê tev li bibin. Hevberdevkên şaredariyan tev li dibin. Berdevkên komiteya navendî Halîde Turkoglu û Mehmet Ruştu Tiryakî tev li dibin. Dê roja ewil civîna jinan bê lidarxistin. Nirxandinên qada jinan bên nirxandin. Ji Botanê bigirin heta Edeneyê wê tevlibûn çêbibe. Dema em hatin hilbijartin em ne 5 salan tenê rojekê jî bimînin em ê karê xwe berdewam dikin. Ji ber ku em vîna gel in. Qeyûm desteserkirina vîna gel e. Em qeyûman nas nakin, gelê me jî nas nake. Ew şaredariyên me yên ku hatine desteserkirin jî polîtîkayên wan her carê tên teşhirkirin. Hevşaredarên me arşîvên xwe û xebatên xwe berhev kirine. Di civînê de ev polîtîkayên qeyûman jî wê bên nirxandin. Xebatên ku hatine kirin arşîvkirina wê girînge. Di pêşerojê de hevalên me yên ku di vê peywirê de cih digire ji bo wan jî arşîveke baş e û em ji niha ve xebatên wê dikin."    STRATEJIYA HILBIJARTINÊ    Hevşaredar Suleyman Şavluk jî anî ziman ku ew ê di vê civînê de stratejiya hilbijartinan aşkere bikin û got: "Weke ku tê zanîn em ê di 3 û 4'ê kanûnê de bi tevlibûna hemû hevşaredaran, hevberdevkên meclîsa şaredariyan û hevberdevkên meclîsa giştî civîneke serdema navber li dar bixin. Di vê çarçoveyê de wê nirxandina 5 salan û nirxandinên xurt ên têkildarî hilbijartinên ku di pêşiya me de werin kirin dê bên kirin. Em civînê li ser stratejiyeke hilbijartina di pêşiya me de  pêk bînin. Em di wê baweriyê de ne ku ev civîn dê pir xurt be. Em ê bi xurtî têkevin vê civînê û em di wê baweriyê de ne ku bi ragihandina stratejiya xwe ya hilbijartinê bi rêveberiya xwe ya herêmî re, em ê xurt dest pê bikin. Hema bêje li hemû şaredariyên me qeyûm hatin tayînkirin. 6 şaredariyên me yên mayî ew qas baş xebitîn ku me qeyûmên diz, hişmendiya wan a faşîzan pûç kirin. Em ê bi gelê xwe re di hilbijartinên pêşiya me  de bersiveke xurt bidin qeyûman. Em ê bi vê civînê careke din dizî û faşîzma qeyûman derxînin holê."   MA / Zeynep Dûrgût