CPT ya ku 2 hezar û 394 km dûr e çû Îmraliyê lê destûr nadin hevdîtina parêzerên ku 124 km dûr in 2022-12-02 09:55:17   ENQERE - Heyeta CPT’iyê ji Strasbourgê 2 hezar û 394 kîlometre rê hat û çû Girava Îmraliyê lê destûr destûr nayê dayîn ku parêzerên ku 124 kîlometre dûrî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in hevdîtinê bikin.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind tê girtin, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve bi qedexeya parêzeran re rû bi rû ye. Di nava vê demê de tenê di sala 2019'an de di encama greva birçîbûnê de 5 car parêzer çûn hevdîtina miwekîlê xwe Ocalan. Piştî hevdîtina telefonê ya dawî ya 25'ê Adara 2021'an, ji Abdullah Ocalan ku hevdîtina malbata wî jî tê astengkirin, agahî nayê girtin.   DI 23 SALAN DE 9 SERDAN    Herî dawî heyeta Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di navbera 20-29'ê îlonê de çû Girava Îmraliyê. CPT di 15'ê Sibata 1999'an de li Girava Îmraliyê, di 23 salan de, 27 Sibat-3 Adar 1999, 2-14 Îlon 2001, 16-17 Sibat 2003, 19-22 Gulan 2007, 26-27 Gulan 2007, 26-27 Çile 2010, 16-17 Çile, 2013, 28-29 Avrêl, 2016, 6-17 Gulan, 2019 û di dawiyê de 20-29 Îlon, 2022 serdana Girava Îmraliyê kir.    CPT di serdana xwe ya dawî ya li Tirkiyeyê de ragihandibû ku li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re hevdîtin pêk aniye.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzeriya Abdullah Ocalan dike, di daxuyaniya xwe ya 29'ê Mijdarê de gotibû, "Me bihîst ku di dema serdana CPT'ê ya îlona 2022'yan a li Girava Îmraliyê de Birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê." Redkirina hevdîtinê ya Rêberê PKK'ê weke nerazîbûna li hemberî astengiya hevdîtina parêzeran hat nirxandin. Ji xwe Ocalan di hevdîtina dawî ya 25'ê Adara 2021'an de ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan re, wiha gotibû: "Ez dixwazim parêzerên min bên vê derê û bi min re hevdîtinê bikin. Ev tişteke hiqûqî ye. Çima nayên vir? Eger wê hevdîtinek pêk were, divê bi parêzeran re be."   CPT PRENSÎBÊN XWE NASEPÎNE    Li Girtîgeha Îmraliyê ya ku 23 sal in Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, prensîbên CPT'yê nayên sepandin. Rayedarê CPT'yê ku li Girava Îmraliyê bû û di 15'ê Sibata 1999'an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî gotibû, "Niha şertên we ev in, lê em ê çavdêriyê bikin" lê li dijî tecrîdê tu iştekî nake û tenê temaşe dike.    CPT DIÇE DESTÛRÊ NADIN PARÊZERAN   CPT di nava 23 salan de 2 hezar û 394 kîlometre rê ji Strasboûrg a Fransayê 9 caran çûye Îmraliyê, lê destûr ji bo parêzeran nayê dayîn ku 124 kîlometre dûrî miwekîlên xwe ne biçin Giravê bi Ocalan re hevdîtin bikin.    MA / Ozgur Paksoy