Penaberekî li ser sînor ji sermayê jiyana xwe ji dest da 2022-12-02 10:36:12   STENBOL - Li gundê Vaysal ê Edîrneyê ku li ser sînorê Bulgaristanê ye, penaberekî ji sermayê jiyana xwe ji dest da.    Di saetên serê sibehê de li gundê Vaysal ê navçeya Lalapaşa yê Edîrneyê ku li ser sînor e, du penaberên ku ji sermayê qerisîbûn hatin dîtin. Piştî agahî hat dayîn, komên cendirmeyan, tenduristî û AFAD’ê çûn cihê bûyerê. Hat zanîn ku ji penaberan yek jê ji sermayan jiyana xwe ji dest da ye û yê din jî li ber mirinê bû. Komên tenduristiyê, penaberê ku li ber mirinê bû rakirin nexweşxaneya Edîrneyê. Cenazeyê penaberê ku jiyana xwe ji dest dabû jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Lalapaşayê.    Bi şev li ser sînor pileya germahiyê di navbera sifir û 5’an de diguhere. Komên cendirme û AFAD’ê ji bo ku hîn bibin bê ka tu kesên din li ser sînor hene yan na, xebatên lêgerînê dan destpêkirin.