Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e 2022-12-02 10:52:44   ENQERE - Derket holê ku îtîraza li dijî girtina 9 rojnamevanên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatin girtin, ji ber dozger bi destûr bûye kirariyên îtîrazê pêk neanîne û dosya ne şandine Dadgeha Ceza ya Sulhê.   Midura Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihan Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Selman Guzelyuz û Hakan Yalçin û nûçegihanên Jinnewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî 35 roj in girtî ne. Derbarê 9 rojnamegerên ku di 29’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, di bin îşkenceyê de hatibûn binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin de, hêj îddîaname nehatiye amadekirin û di vê pêvajoyê de gelek muameleyên nehiqûqî di dosyayê de hatin kirin.   PARÊZER BI DEVKÎ AGAHDAR KIRIN   Derket holê ku îtîraza parêzeran li dijî girtinê kiriye, ji ber dozger bi destûr bûye kirariyên îtîrazê pêk neanîne û dosya ne şandine Dadgeha Ceza ya Sulhê. Bêhiqûqiya hatiye kirin, bi awayekî devkî ji parêzeran re hatiye ragihandin.    DI ROJA 20’AN DE LÊKOLÎNKIRINA GIRTINÊ   Îtîrazên ji ber rewşa girtina rojnamevanan tên kirin bêyî ku ji Dadgeha Ceza ya Asliye re bên şandin û parêzer bên agahdarkirin, lêkolînkirina girtinê ya mehane pêk hat. Balkêşe ku lêkolînkirina girtina mehane ji aliyê dadgeha ku biryara girtinê dayî ve di roja 20’an de hatiye kirin.    PRATÎKA DARIZANDINA NÛ   Parêzerê rojnamevanan Resûl Temûr ê neheqiyên di dosyayê de nirxandin wiha got: “Guhdarkirina şahidên nepen a li Enqereyê ji aliyê dosyayê nayê wê wateyê ku cihê rayedar Enqere ye. Birêvebirina operasyonê ya li Enqereyê û dozên têkildarî siyaseta kurd a navenda wê Enqere, nîşan dide ku pratika darizandineke nû hatiye destpêkirin. Armanc ne darizandine, armanc cezakirine. Tu sedemekî din tune ye ku lêpirsîna li ser çapemeniya kur dli Enqereyê hatiye vekirin.”   JI ŞENSÊ RE NEHATIYE HIŞTIN   Temûr da xuyakirin ku ji bilî lênêrîna girtinê ya bêyî agahdarkirina parêzeran, ne tesadûfeke ku ev yek ji aliyê dadgerê ku biryara girtinê ya yekemîn daye ve hatiye dîtin û got: “Nirxandina lêkolîna binçavkirinê bi heman dadgerî re li hev tê kirin jî nîşan dide ku girtîbûn ne xwedî armanceke hiqûqî ye û nirxandina girtinê ji ber vê yekê ji şensê re nehatiye hiştin. Serlêdana li dijî biryara girtinê ya parêzeran ji ber dozger bi destûr bûye û hê dosyaya lêpirsînê ji Dozgeriya Sulh Ceza re nehatiye şandin, bi devkî ji parêzeran re hate ragihandin ku serlêdan bi encam nebûye. Ev yek jî helwesta keyfî ya di dosyayê de nîşan dide.”   MA / Zemo Aggoz