Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin 2022-12-02 11:29:21   ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku redkirina hevdîtina bi şandeya CPT’yê re ji hêla Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve tê wateya helwesta wî ya li hemberî şert û mercên tê de tê ragirtin û wiha got: “Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin, dê aloziyên heyî bi dawî bibin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ev zêdetirî 20 meh in jî tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Serlêdanên malbat û parêzerên bi daxwaza hevdîtinê tên kirin an bêbersiv tên hiştin an jî bi hinceta “cezayê disiplînê” tên redkirin. Li gel malbat û parêzeran, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û biraziyê Ocalan Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Omer Ocalan ji ber ku ev 20 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin, bi daxwaza hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dan. Lê belê wezaretê bersiva serlêdanê neda.    Şandeya CPT’yê ku di navbera dîrokên 20-29’ê îlonê de hatibû Tirkiyeyê, çû serdana Îmraliyê û ragihandibû ku bi Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din re hevdîtin kiriye. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 13’ê cotmeha 2022’yan de bi rayedarên CPT’yê re hevdîtineke rû bi rû kirin û dan zanîn ku CPT’yê derheqê şert û mercên Ocalan de agahî parve nekirine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gor agahiyên ber destê wan, di dema serdana CPT’yê de Abdullah Ocalan derneketiye hevdîtinê.   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr û Erdal Aydemîr jî bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin.    ‘MIN JI BO ÇARESERIYÊ SERLÊDAN KIR’   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz da zanîn ku piştî hevdîtina ser telefonê ya di 25’ê adara 2021’an de, tu agahî ji Abudllah Ocalan nayên girtin û wiha got: “Ev rewş jî di nava civakê de rê li ber fikaran vedike. Birêz Ocalan, ji bo gelê kurd û gelên Rojhilat kesayetekî girîng e. Agahînegirtina ji wî, di nava civakê de rê li ber fikarên mezin vedike. Tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan, veguherî tecrîda civakî. Rêya çareseriya bidawîkirina tecrîda civakî jî bi guftûgoya bi birêz Abdullah Ocalan re û azadiya wî ya fîzîkî re pêkan e. Lewma jî weke jineke siyasetmedar a kurd, min daxwaza hevdîtina bi birêz Ocalan re kir.”   'HELWESTEKE LI DIJÎ ŞER E’   Bi domdarî Aydenîz bal kişand ser nederketina Abdullah Ocalan a hevdîtina bi CPT’yê re û ev nirxandin kir: “Heke birêz Abdullah Ocalan derneketibe hevdîtina bi CPT’yê re ku raste rast ji pergala Îmraliyê berpirsyar e, ev nîşan dide ku xwedî helwest e. Ev helwest jî li dijî pergala hiqûqê ya Îmraliyê, pergal tecrîdê û şerê ku roj bi roj kûr dibe ye. Pergala tecrîdê nîşan da ku CPT êdî saziyeke serbixwe ya navneteweyî nîne. Ketiye pozîsyoneke ku berjewendiyên Tirkiyeyê diparêze. Nêzikatiya li hemberî birêz Ocalan, nêzikatiya li hemberî gelê kurd e. Kûrkirina tecrîdê, asta dijminatiya li kurdan nîşan dide. Polîtîkaya pişaftin û tunehesibandinê ya Komara Tirkiyeyê ku ev sed sal e didome, êdî veguheriye polîtîkaya tesfikirin û tunekirina kurdan û tunekirina destkeftiyan wan. Bi tecrîdê re jî bingeha vî şerî amade dikin. Her ku tecrîd giran dibe, şerê li Kurdistanê girantir dibe. Heke dengê birêz Ocalan were bihîstin ev rewşa şer dikare bi dawî bibe.”    PERGALA RÊVEBIRINÊ YA AKP’Ê: TECRÎD   Di berdewamê de Aydenîz, bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliyê bûye pergala rêvebirinê ya AKP’ê û wiha pê de çû: “Lewma jî li Rojhilata Navîn rê li ber krîzên piralî vedike û gelên herêmê her tim li dijî hev di pozîsyona şer de ne. Li hemberî krîz, alozî û pergala kapîtalîzmê, perspektîf avakirina pergala demokratîk a birêz Abdullah Ocalan heye. Bi vê perspektîfê dikare krîzên heyî bên bidawîkirin û ji bo gelên Rojhilata Navîn jî bûye hêvî. Ev perspektîf, li Rojava teşe girtiye. Dixwazin bi vê tecrîdê re rê li ber bigirin ku paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokratîk a birêz Ocalan ji bo gelan nebe hêvî. Bi bihîstina dengê birêz Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî re dikare ev krîzên piralî tevek jî bên bidawîkirin û pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Pêvajoya di navbera salên 2013-2015’an de jî mînaka vê ye. Lewma divê tavilê pê re hevdîtin bên kirin.”    ‘BI SIYASETA ŞER BER BI HILBIJARTINÊ VE DIÇIN’   Aydenîz, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Desthiltdariya AKP’ê bi polîtîkaya xwe ya tecrîdê nîşan da ku êdî tiştekî bide civakê nema ye. Şerê ku bi meha ye li dijî başûrê Kurdistanê daye destpêkirin bes nekir ku niha jî êrişî Rojava dike. Ji bilî şer, xwîn û hêsiran tiştek di destê wan de nameye ku bidin civakê. Bi şer û nîjadperestiyê hewl didin xwe li ser pêyan bigirin û wisa ber bi hilbijartinê ve biçin. Li kîjan deverê destkeftiyeke kurdan hebe, hewl didin wir tune bikin. Ev sed sal in ev polîtîka tê ceribandin. Çareserî ne şer û tecrîd lê rê li ber vekirina azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û perspektîfa wî ye. Her kesê ku daxwaza demokrasiyê dike divê li dijî polîtîkaya tecrîdê derkeve û têkoşîna xwe mezintir bike.”    MA / Ozgur Paksoy