CÎMER’ê bersiv neda serlêdana têkildarî CPT’yê! 2022-12-02 13:23:57   ENQERE - Ji bo were zanîn bê ka dê rapora serdanên CPT’yê yên di navbera 20-29’ê îlonê de li Tirkiyeyê hatine kirin werin weşandin an na, li CÎMER’ê serlêdan hatibû kirin. Lê bersiva serlêdanê nehat dayîn.    Serlêderekî ji bo ku were zanîn bê ka dê rapora serdanên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) yên di navbera 20-29’ê îlonê de were weşandin an na, serî li Nvaenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) da. Serlêdan di 28’ê cotmeha 2022’yan de hate kirin û hêj bersiva wê nehatiye dayîn. Balkêşe ku bêyî ku serlêdanê binirxînin, her wezaretekê serlêdan ji wezareteke din re şand.    GELO HÛN DAXWAZA WEŞANDINA RAPORÊ BIKIN?    Rojnameger Îrfan Tunççelîk ji bo ku agahiyan bi dest bixe serî li CÎMER’ê dabû û wiha gotibû: “Li gorî xala 11’emîn a Peymana Pêşîlêgirtina Îşkence û Nêzikatiya Dermirovî û Biçûkxistinê yan jî Ceza, heta ku dewleta têkildar qebûl neke CPT nikare rapora serdana xwe aşkere bike. Gelek welat daxwaza weşandina van raporan dikin. CPT’yê di navbera 20-29’ê îlonê de li Tirkiyeyê hinek serdan kirin. Gelo hûn daxwaza weşandina rapora van serdanan bikin an na? Heke hûn bikin dê kengî bikin?      Dema ji bo weşandina raporên serdanan daxwazake zêde çêdibe, dewletek ‘prosedûra weşandina otomatîk’ têxe meriyetê. Rayedarên welatên weke Albanya, Bulgaristan, Komara Çekê, Danîmarka, Fînlandiya, Luksemburg, Komara Moldovayê, Monako, Norveç, Swêd û Ûkraynayê vê rêbazê bi kar tînin. Gelo hûn jî dê li gorî vê prosedûrê tevbigerin?”   WEZARETAN SERLÊDAN JI HEV RE ŞANDIN    CÎMER’ê ji bo ku bibersivîne ev serlêdan ji Wezareta Karên Hundir re şand. Wezareta Karên Hundir di 7’ê mijdarê de bêyî ku serlêdanê binirxîne, dîsa li CÎMER’ê vegerand. CÎMER’ê vêcarê di 14’ê mijdarê de serlêdan ji Wezareta Karên Derve re şand. Rojek piştre wezaretê serlêdan dîsa li CÎMER’ê vegerand. Herî dawî jî CÎMER’ê serlêdan ji Wezareta Dadê re şand. Saziyên behsa xeberê û CÎMER’ê hêj jî serlêdan nebersivandine.