Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir 2022-12-03 11:14:07   STENBOL - Mahmût Tat ê li Swêdê daxwaza penaberiyê kiribû, radestî dewleta tirk hate kirin.    Penaberê kurd Mahmût Tat ku di sala 2015’an de li Dêrsimê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 10 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn û li Swêdê daxwaza penaberiyê kiribû, radestî dewleta tirk hate kirin. Tat ê di 22’yê mijdarê de li Swêdê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin, birin Molndalê. Tat ê li vir di bin çavan de dihate ragirtin di 2’yê kanûnê de anîn Tirkiyeyê.    Tê payîn ku Tat ê li Miduriyeta Polîsan a li Balafirgeha Stenbolê tê ragirtin, wê di nava rojê de sewqî edliyeyê bê kirin û bê girtin.