Li Îmraliyê sohbet qedexe ye 2022-12-03 12:16:45 ENQERE - Derket holê ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di 18’ê mijdara 2021’an de ji ber ku bi girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re li Îmraliyê piştî aktivîteyên sporê sohbet kiriye re, cezayê dîsîplînê hatiye birîn.    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdeke girangirî de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, 20 meh in agahî nayên girtin. Serlêdanên ku malbat û parêzer li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dikin an bi hinceta cezayên “dîsîplînê” tên redkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Ji serlêdana parêzeran a li Wezareta Dadê, Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan, Wezareta Dadê û Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan a Wezareta Dadê re jî bersiv nehatin dayîn.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kûrtûlan û Huseyîn Kaçmaz di 2’yê kanûna 2021’an de ji bo biçin serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de tên ragirtin, serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisa ku endamên wê ne kiribûn.     Di bersiva ku ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê ve hate dayîn de derket holê ku ji ber Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî aktîvîteya sporê “sohbet” kiriye cezayê qedexeya hevdîtinê lê hatiye birîn.  Piştî aktîveteyên sporê yên di 18’ê mijdara 2021’an de, ji Abdullah Ocalan ê ku bi girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re sohbet kir re, cezayê dîsîplînê yê 3 mehan hate birîn. Ev cezayê hate dayîn di 23’yê mijdarê de hate pejirandin û ji qedexeya hevdîtinê re kirine hincet.     Parlamenterên HDP’ê di serlêdanê de bi bîr xistin ku piştî axaftina wî ya bi telefonê ya di 25’ê adara 2021’an de ya bi birayê xwe re agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha gotin: “Malbatên ku ji wê rojê ve bi tu awayî agahî ji xizmên xwe negirtine diyar kirin ku ji tenduristî û heta ji jiyana wan bi fikar in û parêzerên wan jî ji bo Komîsyona me bikeve dewrê serlêdan kirin. Her wiha malbatan serdana koma me ya li Meclisê kirin û fikarên xwe yên derbarê vê mijarê de li vir jî ragihandin. Pêwîst e Komîsyona me ji bo mafê ragihandinê û mafê agahîgirtinê yê malbat û girtiyan bişopîne, fikarên malbatan bîne ziman û binpêkirinên mafan ên rû dane ji holê rake, serdana Girtîgeha Îmraliyê bike.”   Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê, piştî 2 mehan di 16’ê Hezîrana 2022’an de serlêdana HDP’ê, bi nivîseke bi dîroka 22’yê Adara 2022’an a Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan bersivand.   LI ÎMRALIYÊ QEDEXEYA SOHBETÊ    Di bersiva hate dayîn de derket holê ku di 18’ê mijdara 2021’an de, ji ber Abdullah Ocalan ê ku bi girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re sohbet kiriye, cezayê dîsîplînê yê 3 mehan lê hatiye birîn. Balkêşe ku tevî biryar ji parêzeran re nehatiye teblîxkirin jî di bersivê de wiha hate gotin: “… kesên navên wan di biryarê de derbas dibin tu gilî û îtiraz li dadgeha înfazê ne jî dadgeha cezayê giran nekirine…”   PIŞTÎ 27 MEHAN BERSIVA ‘REWŞEKE NEYÎNÎ NÎNE’   Di bersivê de têkildarî daxwaza ji holê rakirina fikara malbat û xizman a di serlêdanê de tevî ku di 16’ê hezîrana 2022’yan de 27 meh derbas bûn jî wiha hate gotin: “…di mijara rewşa tenduristiyê ya mirovên navborî de rewşeke neyînî nîne.”   TECRÎD DI ÇARÇOVEYA DARAZÊ DE YE!   Di bersivê de tevî ku biryar nehatiye teblîxkirin jî tê diyarkirin ku cara sêyemîn li dijî ceza û pêkanînên heyî rêyeke temyîzê heye û hate îdiakirin ku biryarên tên dayîn jî “di nav çarçoveya darazê de” ne.    MA / Ozgur Paksoy