Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike 2022-12-03 13:04:46   ŞIRNEX - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di civîna Desteya Rêveberiya Xwecihî ya HDP’ê de axivî, bertek nîşanî binçavkirin û girtina aktîvîstên TJA’yê da û got: “Em soz didin ku li vir jinek tenê bimîne jî em ê têkoşîna jinan bidomînin.”      Rêveberiya Xwecihî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo nirxandina pêvajoya salekî û nirxandina nexşerêya hilbijartinê li navçeya Sîlopiyayê ya Şirnexê bi tevlibûna 250 delegeyan pêk tê û civîna serdema navber li dar dixe. Civîna ku ji 2 rûniştinan pêk tê wê îro hilbijêrên jin bicivin û sibê jî  polîtîkayên qeyûman, xebatên şaredariyan û kêmasiyên hevşaredaran bên nirxandin. Civîna ku îro li eywana konferansa şaredariya Sîlopiyayê hatiye destpêkirin, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, hevşaredarên jin ên bajêr û navçeyên bakurê Kurdistanê û gelek delege tev li bûn. Di civînê de pankartên “Dem dema parastina rêveberiyên herêmî yên azadixwaziya jinê û hilweşandina rejîma qeyûman e” ku bi zimanên tirkî, erebî, kurdî hatin daliqandin.       Civîn bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” dest pê kir. Piştre Hevşaredara Silopiya Adalet Fîdan axivî. Fîdan spasiyên xwe ji mêvanan re kir û got ku ew ê bi nêrîna jinan rêveberiyên xwe ava bikin.       BERTEK NÎŞANÎ GIRTINA AKTIVÎSTÊN TAJ’YÊ DA      Paşê Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî. Başaran bertek nîşanî binçavkirin û girtina aktîvîstên TJA’yê da û wiha got: “Bi tevahî 8 hevalên me hatin girtin. TJA bi dehan salan pêşengiya têkoşîna azadiya jinê dike. TJA’yê guhertineke civakî ya mezin çêkir. Jin gelek caran hatin binçavkirin. Gelek caran hatiye girtin. Lê jinan dest ji têkoşînê bernedan. Ev operasyonên qirkirina siyasî wê nikaribin jinan ji têkoşînê paşde bixin. Her carê jî peyama ku ew ê serê xwe netewînin  didin. Em soz didin ku li vir jinek tenê bimîne jî em ê têkoşîna jinan bidomînin.”       'EM BI DAXWAZÊN JINAN GAV DIAVÊJIN’       Başaran anî ziman ku yên ku wê wenda bikin polîtîkaya AKP-MHP'ê ya li dijî jinan e û got: "Di 5'ê kanûna 1934'an de mafê hilbijartin û hilbijartina jinan hat dayîn. Ji wê rojê û vir ve mafê jinan yê temsîliyeta hema bêje bi cih nehatiye. Ji sala 1934 heta 2009 tenê 85 jin bûne hevşaredar. Di hilbijartinên dawî de li 77 bajarên AKP'ê tenê 6 jin hatin hilbijartin. Weke HDP’ê me di hilbijartinên herêmî yên dawî de li 65 şaredariyan pergala hevşaredariyê pêk anî. Em ê pergala hevserokatiyê bi biryar bidomînin. Em di parlamentoyê de jî temsiliyeta  wekhev dikin. Li şaredariya me ya Silopiyayê hejmara xebatkarên jin ji 25’an bû 65’an. Forma me ya perspektîfa rêveberiyên herêmî heye ku di her yekîneyekê de îstîhdama jinan peyda dike. Li şaredariya me ya Silopiyayê jin Di qadan zanistiyê heta paqijiyê di her yekîneyê de dixebitin. Li hemû şaredariyên ku em bi rêve dibin, em şêwazê rêveberiyê yê jinan di rêveberî û biryaran de pêk tînin. Em tax bi tax û kolan bi kolan civînan li dar dixin û li gorî daxwazên jinan gavan diavêjin.”       ‘KESÊN KU ÎRADEYA VÎ GELÎ NE EM IN’        Başaran bi bîr xist ku Şaredariya Silopiya bi 350 milyon TL deyn hatiye dewr girtin û wiha got: “Tevî vê yekê şaredariya me bazara keda jinan ava kir. Navenda Şêwirmendiya Jinan Hêvî ava kir. Parka Jinan hat avakirin. Ew ê di demência pêşiyê de projeyên xwe de di gelek waran de wek kompleksa werzîşê ya jinan, kreşa zarokan û navenda hevgirtina jinan xizmetên xwe bidomînin. AKP-MHP hewl dide wan ji holê rake. Di sala 2016’an de li gelek şaredariyên me qeyûm hatin tayînkirin û armanca wan a yekemîn pergala hevserokatiyê û polîtîkayên jinan bû. Mêr li Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hatin tayînkirin, deriyên navendên jinan hatin kilîtkirin, deriyên hemû yekîneyên ku xizmetê ji jinan re dikin hatin kilîtkirin. Hewl dan rejîma mêr ku li navendê ji aliyê qeymeqamên şaredariyan ve ava kiribûn pêk bînin. Lê me gelek caran gotiye, dibe ku qeyûm hatibin tayînkirin lê  kesên ku  îradeya vî gelî ne em in. Ji bo vê jî qeyûm tayîn bike yan nekin em ê bi hemû hevşaredar, endamên meclis û endamên meclisê re hevdîtinên xwe xwe yên rêveberiya herêmî bidomînin.”       Piştî axaftinan civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.