Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan 2022-12-03 15:30:10   STENBOL - Di çalakiya Rûniştina F’yê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay ê 30 sal in girtî ye û daxwaza berdana wî hat kirin.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê çalakiya "Rûniştina F" ya hefteya 558’emîn li dar xist û balê kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Çalakî li ber avahiya komeleyê pêk hat. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa girtiyê 30 salî Abdulhalim Kirtay ê 74 salî ku li Girtîgeha Burkaniyê ya Balikesîrê ye.    Malbatên girtiyên nexweş, parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû û gele welatî tev li çalakiyê bûn. Rêvebera ÎHD’ê Zeynep Yildiz daxuyanî da û da zanîn ku mafê xwegihandina tenduristiyê ya girtiyên nexweş tê astengkirin û hemû mafên girtiyên nexweş û tevahî girtiyan tên astengkirin.    REWŞA WÎ DIJWARTIR DIBE   Yildiz anî ziman ku piştevaniya di nav girtiyan de bi temamî ji holê tê rakirin û û ji ber rewşa giran a girtîgehan mafê tedawiya girtiyan hatiye astengkirin û ev astengî girtiyan terkî mirinê dike. Yildiz got yek ji van girtiyên nexweş jî Abdulhalîm Kirtay e û rewşa wî giran e, extiyar e û berdan û tedawiya wî tê astengkirin. Yildiz diyar kir ku nexweşiyên wek prostat, diyabet, tansiyonê zêde, fitiq û hemoroîd li Kirtay peyda bûne û hemû diranên wî hatine kişandin û tenê ew dikare tiştên avî bixwe. Yildiz da zanîn ku ji ber vê yekê her ku diçe Kirtay zeîf dibe û nikare jiyana xwe li girtîgehê bidomîne û her ku diçe rewşa wî dijwartir dibe. Yildiz got Kirtay li nexweşxaneyê bi kelemçekirî hatiye tedawîkirin û bi muameleya xerab re rûbirû maye.    SAZIYA TIBA EDLÎ BERDANÊ ASTENG DIKE    Yildiz destnîşan kir ku her çiqas nexweşxaneyê “rapora nikare di girtîgehê de bimîne” daye Kirtay jî lê Saziya Tiba Edlî vê raporê li ber çavan nagire û berdana Kirtay asteng dike. Yildiz diyar kir ku malbata Kirtay ji bo taloqkirina cezayê Kirtay serlêdan kiriye û xwestiye daxwaza wan bê bersivandin û banga berdana hemû girtiyên nexweş kir.