Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt 2022-12-03 16:35:50     RIHA - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ê di merasîma vekirina komî ya li Rihayê de axivî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt.    Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ji bo tev li merasîma vekirina komî bibe îro hate Rihayê. Erdogan di merasîmê de zêdetir li ser hilbijartinê axivî. Erdogan, xwest ku di hilbijartina 2023’yan de careke din wî bikin Serokkomar û wiha got: “Em amade ne ku li Meclisê piraniyê bi dest bixin û xebatên qanûnçêkirinê bidomînin. Hûn jî amade ne ku peywîrê bidin me?”   ROJAVA HEDEF GIRT   Erdogan ê di axaftina xwe de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt wiha got: “Em ê teqez şerîda ewlehiyê ya 30 kîlometreyî ya li ser sînorê başûr temam bikin. Êrişên ku ji aliyê ‘rêxistina terorê’ û kesên alîkariya wan dikin ve tên kirin nikarin me ji vê biryardariyê vegerînin.”