Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin 2022-12-03 16:52:24   ÎDIR - Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê Mûstafa Akgun ku ji ber tundî li hevjîna xwe kiribû ji peywîrê hatibû dûrxistin, vê carê bi sûcdariya tacizkirina 5 xwendekarên jin, ji peywîrê hate dûrxistin.    Hate diyarkirin ku Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê Mûstafa Akgun ji ber tacîzkirinê ji peywîrê hate dûrxistin. Hate diyarkirin ku Akgun ê demekê Miduriyeta Xizmetên Civakî yê Bajêr dikir û piştre li Midûriyeta Navenda Lênêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Tenzîle Erdogan a li navçeya Karakoyûnlû weke peywirdarê amadekirina daneyan dixebitî, bi îdiaya ku 5 xwendekarên jin tacîz kirine ji aliyê walîtiyê ve ji peywirê hatiye dûrxistin.     XWENDEKAR TACÎZ KIRIN   Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 5 xwendekarên jin ên li Zanîngeha Îdirê dixwînin, li Midûriyeta Navenda Lênêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Tenzîle Erdogan dest bi staja xwe kirin. Hat îdiakirin ku Akgun ê li navenda rehabîlîtasyonê wezîfedara amadekirina daneyan e xwendekarên jin tacîz kiriye. Hate zanîn ku xwendekarên jin Akgun ê bi devkî û peyamên telefonê ew tacîz kirine, ji rêveberiya zanîngehê re ragihandine. Hate diyarkirin ku xwendekaran peyamên nivîskî ji rêveberiya zanîngehê re ragihandine û zanîngehê jî rewş ji waliyê bajêr re ragihandiye. Hate bilêvkirin ku li ser gilîkirina xwendekarên jin, Walîtiya Îdirê Akgun ji peywîrê dûr xistî ye.   TUNDÎ LI HEVJÎNA XWE KIRIBÛ   Hate diyarkirin ku derbarê Akgûn ê ji peywîrê hate dûrxistin de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin. Li aliyê din hate hînbûn ku dema Mûstafa Akgun Midurê Karên Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Bajêr bû, ji ber tundî li hevjîna xwe kiriye ji peywîrê hatiye dûrxistin.