Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin 2022-12-03 17:02:45   KOCAELÎ - Şadiye Manap a 30 sal bûn girtîbû dê ji Girtîgeha Gebzeyê derketiba û beriya ku derkeve hatibû binçavkirin û cara duyemîn dema binçavkirina wê hat dirêjkirin.   Şadiye Manap 30 sal in girtî ye û dê ji Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan bihata berdan. Cezayê wê qediya û di 1'ê kanûnê de kêliya ku derket li ber girtîgehê hat binçavkirin. Cara duyemîn dema binçavkirina wê 24 saetan hat dirêjkirin.   Manap a ku di sala 1992'an de hat girtin û di 1'ê Kanûnê de hat berdan, bi hinceta "nimûneya nivîsê" di çarçoveya lêpirsîneke cuda ya sala 2020'an de li dijî wê hatibû destpêkirin de li ber girtîgehê hat binçavkirin. Dema binçavkirina Manap cara duyemîn 24 saetan hat dirêjkirin, Manap tevî îfadeya di çarçoveya lêpirsînê de daye jî bi hêceta "nimûneyên nivîsandinê" nehatine girtin 3 roj in li Midûriyeta Polîsan a Kocaeliyê tê girtin.x