Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn 2022-12-03 19:31:14   ÎZMÎR - Endamên ÎHD a Şaxa Îzmîrê ku li aqûbeta Huseyîn Taşkayayê di 1993'yan de li Rihayê di binçavan de hat windakirin pirsîn, destnîşan kirin ku berpirsên windakirina Taşkaya cerdevan û eskerên wê demê ne.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ku du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka Berê ya navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta "WInda wijdan in, xwedî li wijdanê xwe derkeve" hat vekirin. Vê hefteyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya hat pirsîn ku di 6'ê Kanûna 1993'yan de di binçavan de li Rihayê hatiye windakirin.    Serokê ÎHD a Şaxa Îzmîrê Zafer Încîn metna daxuyaniyê xwend.    Încîn destnîşan kir ku windakirina di binçavan de sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got ku kesên van sûcan zelal nakin û ser wan dinixumînin jî şirîkê vî sûcê li hemberî mirovahiyê ne.    Încîn di berdewama daxuyaniyê de çîroka jiyana Husyîn Taşkaya got: "Huseyîn Taşkaya muteahîd bû. Ji ber ku binpêkirinên mafan ên di salên 90'î de yên li Sêwregê rexne dikir, bûbû hedefa hêzên dewletê û Eşîra Bûcakê. Huseyîn Taşkaya, di 6'ê Kanûna 1993'yan de li mala apê xwe ya li Taxa Baglarê ya Sêwregê ji aliyê esker, polîs û cerdevanên ji Eşîra Bûcakê hatiye binçavkirin."   Încîn anî ziman ku karê binçavkirinê di bin kontrola Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Sêwregê Ahmet Şenturk de hatiye kirin û wiha got: "Malbata Huseyîn Taşkaya ji bo aqûbeta wî serî li cendirmeyan, midûriyeta polîsan, dozgeriyê û walîtiyê dide. Walî piştî binçavkirinê bi demeke kurt dibêje, polîsan Taşkaya binçav kiriye. Lê midûriyeta polîsan jî dibêje, 'ne li cem me ye, herin ji Sedat Bûcak bipirsin.' Parlementerê DYP'ê, serekê eşîrê-sercerdevan Sedat Bûcak jî gotiye 'koma me ew girtiye, lê radestî dewletê kiriye, lê ewekî din haya me jê tune ye, dewlet dizane.' Serdozgeriya Komarê ya Sêwregê jî binçavkirina Huseyîn Taşkaya wekî îdiayeke neşênber a malbatê mirxandiye û biryara 'neşopandinê' daye. Hemû serlêdanên malbatê bê encam mane."   Încîn destnîşan kir ku ji wê çaxê heya niha tu xeber ji Taşkaya nehwatiye wergirtin û got ku tiliya Sedat Bûcak û cerdevan Ahmet Bûcak, Ahmet Ersîn Bûcak, Halîl Beyazkaz, Kemal Uzeyroglû, Îzmet Ozeyranoglû, Mûstafa Uzeyroglû, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Sêwregê Ahmet Şenturk, Qeymeqamê Sêwregê Celalettîn Yuksel, Fermandarê  Alaya Cendirmeyan Seral Saral, Fermandarê Asayîşa Cendirmeyan a HErêmê Hasan Kûndakçi, Midûrê Midûriyeta POlîsan a Rihayê Mehmet Cebe, Midûrê Şaxa Siyasî ya Midûriyeta POlîsan a Rihayê Mûstafa Tekîn, Serdozgerê Komarê yê Rihayê Huseyîn Fîdanboy û Waliyê Rihayê Tevfîk Ziyaeddîn Akbûlût di windakirina Huseyîn Taşkaya de heye.   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.