Artêşa Iraqê li DAIŞ'ê da 2022-12-04 23:23:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Iraqê ya bi tevgera çeteyên DAIŞ'ê hesiya, bi hewanan topbaran kir.   Li Ajîkend û Qelata Soran ên dikeve çiyayê Qereçox liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê pêk hat. Artêşa Iraqê ya bi vê tevgera çeteyan hesiya, destpêkê bi guleyên ronîkirinê piştre jî bi hewanan çete topbaran kirin. Heta niha jî liv û tevgera artêşa Iraqê ya li herêmê didome.