ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-05 09:00:08   * Hevşaredarên HDP’yî ku tev li civîna Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê bûn diyar kirin ku dewlet jinên ku nikare bêdeng bike dixwaze bi polîtîkayên şerê taybet têk bibe û gotin: "Li dijî polîtîkayên şerê taybet, em ê li dora 'Jin jiyan azadî' xwe bi rêxistin bikin."    * Hevseroka Giştî ya OHD'ê Îlknur Alcan diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û divê CPT'ya ku hebûna wê biguman e, demildest rapora xwe eşkere bike.   * Siyasetmedarê kurd Lezgîn Botan diyar kir ku dewletên din ji bo berjewendiyên xwe sûcên şer ên Tirkiyeyê vedişêrin û lewma Tirkiye êriş dike.    * Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku girtina aktîvîstên TJA'yê parçeyek ji polîtîkayên dijminatiya desthilatê ye û got: "Ev êriş nîşana tirsa desthilatdariyê ye."   * Hevseroka Egîtîm Sena Amedê ya Jimara 1’an Emîne Akşahîn anî ziman ku divê ji bo welatî, xwendekar û kedkaran budçeya para wekhev bê dayîn.    * Endamê Koordînasyona DÎB'ê Zekî Tombak diyar kir ku Tirkiyeya ku nekarî li Zap, Avaşîn û Metîna çîroka serkeftinê binivîsîne, vê carê êrişî Rojava dike û bêdengiya hemû komên mûxalîf ên li dijî êrişan rexne kir.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 637’an de berdewam bike.    * Danişîna 3’yemîn a Doza Komkujiya Pirsûsê ku derbarê bersûcên fîrarî de hatiye vekirin wê li Kampusa Girtîgeha Hîlwanê were lidarxistin. (09.00)   * Bi beşdariya Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz wê li Mûş û gundên wê têkildarî pêvajoya siyasî civînên gel bên lidarxistin. (11.00-19.00)   * Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar wê di Lijneya Giştî ya Meclisê de biaxivin. (12.00)   * Seroka DÎSK’ê Arzû Çerzkezoglû û Lijneya Rêveberiya DÎSK’ê dê li navenda xwe ya giştî ya li Beşîktaşê daxwazên xwe yên têkildarî mûçeya kêmane aşkera bikin. (12.30)