Botan: Endamên NATO'yê sûcê şer ê Tirkiyeyê dinixumînin 2022-12-05 09:02:58   ENQERE - Siyasetmedarê kurd Lezgîn Botan diyar kir ku dewletên din ji bo berjewendiyên xwe sûcên şer ên Tirkiyeyê vedişêrin û lewma Tirkiye êriş dike.    Siyasetmedarê kurd Lezgîn Botan ê li Ewropayê, êrişên Tirkiyeyê yên çekên kîmyewî li dijî xaka Kurdistanê nirxand. Botan çalakî û xwepêşandanên kurdan û dostên wan ên li dijî êrişên çekên kîmyewî li Ewropa pêk tên nirxand û destnîşan kir ku Tirkiye baweriya xwe bi welatên NATO’yê tîne û sûcê şer dike.    ‘DIVÊ DEWLET BIKEVIN TEVGERÊ’    Botan bi bîr xist ku di çarçoveya Protokola Cenevreyê de ku Tirkiye jî alîgirê wê ye, bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye û divê dewlet û rêxistinên ku di protokolê de cih digirin, ji bo lêkolînkirina mijara navborî bikevin tevgerê.    NATO LI BER TIRKIYEYÊ RANABE    Botan anî ziman ku sûcên şer ên Tirkiyeyê ji ber tawîzên dewletan ên siyasî, aborî û leşkerî tên nixumandin û got: “Baweriya dewleta Tirk jî bi vê yekê tê. Endamên NATO’yê DYA, Almanya, Fransa, Îngîltere hevkariyê dike û vê kevneşopiya hevkariyê didomîne. Di van 10-15 salên dawî de bi Rûsyayê re ketiye nava têkiliyên giran ên leşkerî, siyasî, stratejîk û aborî. Ew di hin polîtîkayên dagirkerî an emperyalîst ên ku Rûsya niha li Ukrayna an Rojhilata Navîn dimeşîne de rolek hêsanker dilîze. Hem Rûsya, hem Amerîka û hem jî endamên NATO’yê destûr nedan ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê, Serêkaniyê şermezar bê şermezarkirin û lêkolîn nekirin. Heke wê demê dewletan ango endamên NATO’yê Tirkiye şermezar bikirina û li ber Tirkiyeyê rabûna wê îro çekên kîmyewî nehatina bikaranîn. 7 meh in li Zap, Metîna û Avaşînê li dijî gerîlayan êrişên çekên kîmyewî tên bikaranîn.”