Başaran: Girtina aktîvîstên jin nîşan dide ku desthilatdar pir tirsiyaye 2022-12-05 09:05:04   ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku girtina aktîvîstên TJA'yê parçeyek ji polîtîkayên dijminatiya desthilatê ye û got: "Ev êriş nîşana tirsa desthilatdariyê ye."   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de ku li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) dabû destpêkirin, Dadgeha Enqereyê 8 aktîvîstên TJA’yê da girtin. Her 8 jin jî ji ber xebatên xwe yên têkoşîna jinan hatin girtin.    DIJMINATIYA JINAN    Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran girtina akîvîstên TJA’yê û êrişên li ser jinan nirxand. Başaran da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP'ê siyaseta xwe li ser esasê dijminatiya kurdbûnê, siyaset û jinên kurd bi şikil dike û armanca sereke ew e ku kurd û jin sed salên din winda bikin.   TÊKOŞÎN JINAN    Başaran destnîşan kir ku li seranserî Kurdistanê û li çar aliyê dinyayê têkoşîna jinan desthilata mêran dihejîne û têk dibe û lewma li Tirkiyeyê û welatên din êriş li dijî jinan pêk tên û jin di hedefa îktidaran de ne.    ‘TÊKOŞÎNA JINAN ÎKTIDARÊ TIRSANDIYE’    Başaran anî ziman ku binçavkirin û girtina jinan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Enqereyê de ji van êrişên heyî qut nîn in û wiha axivî: "Ev demeke dirêj e li dijî jinan, bi taybet jinên kurd û tevgera jinan êrişên mezin tên kirin. Ev êriş nîşan didin ku dewlet ji têkoşîna jinan a li cîhanê belav bibe ditirse. Girtina jinan jî nîşaneya tirsa destilatdariyê ye. Ji ber ku jinan nîşan da ku di têkoşîna azadiyê de çiqasî bi israr in û li dijî hemû êriş û komkujiyan paşve gav navêjin.”   ‘ENQERE BÛYE NAVENDA OPERASYONA DIJMINATIYA KURDAN’    Başaran bal kişand ser sazî û dezgeh û şexsiyetên kurd demek dirêj e ku li Enqereyê dibin hedefa lêpirsîn û darizandinên "komployî" û wiha got: "Doza komploya Kobanê, operasyona di bin navê 'malî' de, girtina kedkarên Çapemeniya Azad û herî dawî jî operasyona li dijî TJA’yê… Ev li Enqereyê pêk hatin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê veguheriya 'buroya dek û dolaban’. Mîna dozên di bin navê 'KCK'ê de hatin meşandin, hewl didin têkoşîna demokratîk û têkoşîna jinan tasfiye bikin. Herî dawî hevalên me yên hatin girtin jî ji ber têkoşîna jinan hatin hedefgirtin. Bi sedan jinên weke Sebahat, Fîgen, Ayla, Gultan û Zeynep ji ber ku ji bo azadiya jinê têdikoşin, têkoşîna wekhevî û azadiyê ya gelê kurd diparêzin û di nava siyaseta demokratîk de jinan tînin ziman, dîl tên girtin.”    DESTHILATDARIYA ŞER Û ZORDESTIYÊ    Başaran destnîşan kir ku AKP-MHP'ê desthilatdariya xwe ya li ser şer û amûrên şer diparêze û girtina aktîvîstên TJA'yê jî mînaka dawî ya êrişên desthilatdariyê ye. Başaran wiha got: “Ev êrişa li dijî tevgera jinên kurd ne cara yekem e ku em pê re rûbirû dimînin. Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan jî bi heman awayî hat girtin. Bêcezahiştina dijminên jinan, qatilên jinan, Ayşe Gokkan û gelek hevalên me ji ber ku li dijî van qetlîaman têdikoşin bi van ceza û darizandinan re rûbirû dimînin. Daraz jî bûye parçeyek ji van polîtîkayên îktidarê.”    MA / Ozgur Paksoy