Çevîrmen: Bi hincetên vala nahêlin girtî bên berdan 2022-12-05 10:58:46   ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku binpêkirinên li Girtîgeha Boluyê berdewam in û wiha got: “Bi hincetên pir vala nahêlin girtî bên berdan.”    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê li dijî binpêkirinan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û çalakiya wan hêj didome. Heverbevka Komîsyona Girtîgehên Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Boluyê axivî.    BINPÊKIRINÊN GIRAN HENE    Çevîrmen, diyar kir ku di demên dawî de gelek girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê ji ber binpêkirinên serî li saziya wan didin û wiha got: “Lê me nekarî bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinekê bikin. Di demên berê de jixwe binpêkirin dihatin ragihandin lê di demên dawî de pir zêde bûn. Lewma girtiyan dest bi çalakiyan kir. Greva birçîbûnê didome. Binpêkirinên giran hene. Bi taybet jî çalakiyên civakî pir hatine bisînorkirin. Di dema pandemiyê de bi hinceta tevdîran pir hatibûn bisînorkirin. Tevî ku niha tevdîrên pandemiyê nînin jî hêjta tên bisînorkirin.”    PROTESTOYA GIRTIYAN    Bi domdarî Çevîrmen got ku divê girtî zêdetirî 40 saetan tev li çalakiyên civakî, çandî û sporê bibin lê belê rêveberiya girtîgehê mehê tenê bi saetekê sînor kiriye û wiha domand: “Ji bo protestokirina vê rewşê jî girtî tev li vê saeta çalakiyan nabin. Her wiha wezareta edaletê dema hevdîtinê weke saet û nîv diyar kiriye lê li li vir tenê saetek dem tê dayîn. Gelemperiya malbatên girtiyan ji deverên dûr tên û tenê saetaekê hevdîtinê dikin. Rojek, du rojan beriya hevdîtinê agahî tê dayîn lewma hem girtî û hem jî malbatên wan mexdûr dibin.”    LÊGERÎNÊN DI ASTA TACÎZÊ DE    Di berdewamê de Çevîrmen daxuyand ku carnan meh bi ser re derbas dibin heta girtiyan dibin revîrê û ji hêla bijîşkan ve tên tedawîkirin û ev agahî dan: “Hema hema qet sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Mijarên weke newergirtina dermanan, netedawîbûn û nemuyanebûn êdî bûne pirsgirêkên kronîk. Yek ji pirsgirêkên bingehîn jî lêgerînên di asta tacîzê de ne ku di salên dawî de zêde bûne. Di bin navê lêgerîna giştî de mehê herî kêm 3 û gelemperî jî 4-5 caran lêgerînan dikin. Di dema lêgerînan de alavên girtiyan tên belavkirin û parçekirin. Tiştên weke daksîl, cimbiz, meqesên biçûk û radyo ku ji kantînê kirine jî tên desteserkirin. Alavên ku girtî jiyana xwe pê didomînin, tevî daxwazê jî dîsa jê re nayên dayîn.”    ‘DAXWAZÊN GIRTIYAN TÊN PAŞGUHKIRIN’    Çevîrmen, di berdewamê de ev tişt anî ziman: “Daxwazên girtiyan tên paşguhkirin. Li gel ku girtî naxwazin jî odeyên wan bi awayekî keyfî tên guherandin. Ji ber binpêkirinan, girtî çalakiyên protestoyî li dar dixin. Greva birçîbûnê yek ji wan e ku hêj didome. Tu rojnameyên ku Lijneya Îlanan a Çapemeniyê erê nekirin nakevin hundir. Ev pirsgirêkeke mezin e. Ji mafê agahîgirtinê bêpar tên hiştin. Heqê ceyrana ji ber sarinc, televîzyon semawir, ketil û hwd. hatiye xerckirin ji wan tê standin û pereyekê zêde jê tê xwestin. Li gorî terîfeya febrîqeyê tê hesibandin. Jixwe malbatên girtiyan pir xizanin. Tevî vê jî bi vî awayî nêz dibin.”   LINEYA ÇAVDÊRIYÊ PÊŞÎ LI BER TEHLIYEYAN DIGIRE   Nûray Çevîrmen, destnîşan kir ku girtiyên ku dema wan a berdana bitevdîr û bişert hatî ji ber Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê nayên berdan û wiha got: “Bi hincetên pir vala nahêlin girtî bên berdan. Lijneyên çavdêriyê ji bilî dozger, tu wesfekî endamên wê yên din bi hiqûqê re nîne. Lê mîna dadgehê tevdigere. Biryarên wan hem hêviyên girtiyan û hem jî yên malbatên wan têk dibe. Her wiha bi hinceta ewlehiyê, kevçî û firaqên mêtal ji girtiyan hatine standin û yên plastîk dane wan. Ev yek bi tendurist nîne. Di serlêdanekê de jî hat gotin ku di lêgerînan de pirtûk hatine derxistin. Her girtiyek dikare tenê 3 pirtûkan li cem xwe bigire.”    ‘WEZARETA DADÊ FERMANAN DIDE’   Çevîrmen, axaftina xwe wiha xelas kir: “Bi qanûna înfazê re şert û mercên tecrîdê li girtiyên siyasî tên ferzkirin. Zexta li ser wan girantir bû. Ev sepan, li gorî fermanên wezareta dadê û midûriyeta giştî ya girtîgehan ve dikevin meriyetê. Heta niha tu bersivên erênî nedane serlêdanên me. Di mijara sûcên tên kirin de polîtîkaya necezakirinê di meriyetê de ye.”