Girtiya ku piştî 30 salan hatibû berdan dîsa hate girtin 2022-12-05 11:35:35   KOCAELÎ - Girtiya bi navê Şadiye Manap ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hatibû berdan û demekî kin piştre hatibû binçavkirin, dîsa hate girtin.    Girtiya bi navê Şadiye Manap, piştî 30 salên li girtîgehê di 1’ê kanûnê de ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hatibû berdan. Manap, hêj ji girtîgehê derneketibû ku dîsa hat binçavkirin. Hat zanîn ku derheqê Manap de di sala 2020’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatiye vekirin û bi vê hincetê hatiye binçavkirin. Manap 4 rojan di bin çavan de ma û îro sewqî Edliyeya Kocaeliyê hat kirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê, dozgeriyê bi daxwaza girtinê Manap şand Dadgeeriya Cezayên Silhê. Dadgeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistin” biryara girtinê da û Manap şand Girtîgeha Jinan a Kandirayê.    Hat zanîn ku Manap di çarçoveya dosyaya ku weke hinceta girtina wê hatiye nîşandan de beriya niha îfade dabû.