Ahura û Praksîsê bi stranekê piştevanî dan berxwedana li Rojhilat û Îranê 2022-12-05 12:35:16   STENBOL - Komên muzîkê yên Ahura û Praksîsê ji bo piştevaniya bi berxwedana li Îran û rojhilatê Kurdistanê re bi zimanên kurdî û tirkî strana “Beraye Azadî” amadekirin û striyan.    Piştî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî ji hêla Gaştî Îrşad (hêzên ku mudaxaleyî jiyana gel dikin) ên rejîma Îranê ve, li seranserî rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” çalakî hatibûn destpêkirin û çalakî hêj bênavber didomin. Muzîkjenê îranî Shervin Hajipoor li ser Emînî û berxwedana jinan strana “Beraye Azadî” çêkiribû û ev stran êdî mîna sirûda çalakvanan bûye. Li gelek deverên cîhanê hunermendan bi strîna vê stranê peyamên piştevaniyê dan çalakvanan.    Komên muzîkê yên Ahura û Praksîs ku xebatên xwe li Îzmîrê didomînin jî bi mebesta piştevaniya bi çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê re, strana “Beraye Azadî” dîsa sererastkirin û bi vîdeo klîbekê parve kirin. Stran, bi zimanên kurdî û tirkî hatiye nivîsandin, têkildarî mijarê bi sê zimanan daxuyanî dan. Komên muzîkê dan zanîn ku bi strana xwe silav ji çalakvanan re şandine.    Gotinên strana “Beraye Azadî” ya bi kurdî wiha ye:    “Xwişkê wan dengê wan dibihîse û mil dide serhildana wan Ev stran jin e ev stran jiyan e ev stran azadî  Beraye azadî ”