Anonymous’ê malpera hikûmeta Swêdê girt 2022-12-05 15:47:30   ENQERE - Koma hackerê Anonymous, malpera fermî ya hikûmeta Swêdê û ajansa nûçeyan girt.    Di sala 2015’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Dêrsimê derheqê penaberê kurd Mahmût Tat de 6 sal û 10 meh cezayê hefsê hat dayîn. Tat, derbasî Swêdê bûbû û daxwaza îltîcayê dikir. Hikûmeta Swêdê, li ser daxwaza Tirkiyeyê Tat şande Tirkiyeyê. Tat, di 22’yê mijdarê de ji hêla polîsên swêdî ve hat binçavkirin û birin Mölndalê. Tat, ku li vir di bin çavan de dihat ragirtin, di 2’yê kanûnê de şandin Tirkiyeyê û îro hate girtin.    Koma hackerê ya navdar Anonymous, li ser vê yekê malpera fermî ya hikûmeta Swêdê (sweden.gov.se) û ajansa nûçeyan a fermî (tt.se) girt. Ananymous ku nehişt tu kes xwe bigihîne malperê, têkildarî mijarê li ser Twîtterê peyamek parve kir.    Peyama Anonymousê ya li ser Twîtterê wiha ye: “Heke hikûmeta Swêdê hêj jî girtiyên siyasî radestî rejîmên faşîst bike, em ê ne tenê pergala wan bidin sekinandin lê dê tune bikin!”