Li Berwariyê operasyona leşkerî: Nahêlin şêniyên gund ji malên xwe derkevin 2022-12-05 16:05:19   SÊRT - Li Berwariyê bi tevlibûna leşker û cerdevanan operasyona leşkerî hat destpêkirin. Hat zanîn ku leşker nahêlin niştecihên gund ji malên xwe derkevin.    Li navçeya Berwarî ya Sêrtê bi tevlibûna leşker û cerdevanan operasyona leşkerî hat destpêkirin. Wezareta Karên Hundir têkildarî mijarê daxuyaniyek da û da zanîn ku 533 leşker û cerdevan tev li operasyonê bûne.   Operasyon, li Herêma Mansurê hatiye destpêkirin û çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku leşker destûrê nadin ku şêniyên herêmê ji malên xwe derkevin. Gundiyên ku nikarin sewalên xwe bibin ser avê jî, gefa girtinê lê tê xwarin. Şêniyên herêmê dan zanîn ku operasyon bi alîkariya hewayî tê domandin û diyar kirin ku tu ewlehiya can û malê wan nîne.