Hejmara birîndarên di qezaya Alîbeykoyê de derket 33’yan 2022-12-05 16:13:34   STENBOL - Li Alîbeykoyê tramvay û otobûsa ÎETT’ê li hev qelibîn. Hejmara birîndarên di qezayê de derket 33’yan.    Li Alîbeykoy a Stenbolê otobûsa ÎETT’ê û tramvayê li hev qelibîn. Hejmara birîndarên di qezayê de derket 33 kesan. Hat zanîn ku ji 33 birîndaran rewşa 4’an jê giran e.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî qezayê lêpirsîn da destpêkirin. Hat zanîn ku testa alkol û tiryakê ya ajokarê otobûsê paqij derketiye û kar û barê testgirtinê yên ajokarê tramvayê didome.