Doza komkujiya Pirsûsê: Ahmet Davûtoglû bînin bila dinya biheje 2022-12-05 17:08:00   RIHA - Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ê di doza Komkujiya Pirsûsê ku ji aliyê bersûcên fîrarî berdewam dike de axivî, gotina Ahmet Davûtoglû ya “Ez biaxivim wê dinya biheke” bi bîr xist û wiha got: “Ahmet Davûtoglû bînin bila dinya biheje.”    Danişîna 3’yemîn a Doza Komkujiya Pirsûsê ku derbarê bersûcên fîrarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali de hatiye vekirin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hate lidarxistin. Endamên Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, kesên ku di komkujiyê de birîndar bûn, parêzerên Platforma Edaletê ya Pirsûsê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Riha û Semsûrê, rêveberên Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), bi endamên baroyên bajarên derdorê re hejmareke zêde kes beşdarî danişîna li kampusa Girtîgeha Tîpa T a li Rihayê hate lidarxistin bûn.   Danişîn ji ber pirsgirêka ragihandinê ya SEGBÎS’ê 2 saetan dereng dest pê kir. Biryar hat dayîn ku di rûniştina dozê de şahidên diviyabû li wan bihata guhdarîkirin, ji ber pirsgirêka SEGBÎS’ê di rûniştina pêş de bên guhdarîkirin.    TBB’Ê XWEST MUDAXILÎ DOZÊ BIBE   Di danişînê de ewilî rêveberê TTB’ê Alî Bayram, ji bo mafên mirovan û serweriya hiqûqê biparêzin xwest mudaxilî dozê bibin. Dîsa Baroyên Sêrt û Semsûrê jî daxwaza mudaxiliya dozê kirin.    ‘BILA KUJER BÊN DARIZANDIN’   Dû re yek ji malbatên Pirsûsê Sûltan Yildiz anî ziman ku li ser wan zext heye û xwest li dadgehan kesên sûcdar bên darizandin.    ‘EM Ê DAXWAZA EDALETÊ BIPARÊZIN’   Bavê Çagdaş Aydin ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Fetî Aydin, xwest ku dîmenên kamerayê yên 5 saetan ên di dosyayê de derkevin holê û wiha got: “Çima li hemberî me kujerek nîne. Gelek malbat ji ber kursiyên vala hene nayên. Em ê dest ji daxwaza parastina edaletê bernedin. Em dixwazin ev daxwaza edaletê were bi cih.”   GILÎ KIR   Çagla Seven a di komkujiyê de birîndar bû, anî ziman ku di dosyayê de navên 5 kesan anîn danîn pêşiya wan lê ji van tenê Yakûp Şahîn ceza xwar û wiha got: “Em nizanin ka Yakûp Şahîn çawa alîkarî kiriye. Hêzên ewlekariyê alîkariya wan kiriye an nekiriye em nizanin. Di vê dosyayê de qet hêzên ewlehiyê nehatin darizandin. Îlhamî Bali yê di şopandina teknîkî de çima fîrarî ye. Van mirovan destên xwe hêjandin û dema bi awayekî teknîkî dihatin şopandin sînor derbas kirin û bombe teqandin. Heta ku berpirsyarên siyasî neyên darizandin ev dosya ronî nabe. Ez ji peywîrdarên ku şertên şopandina teknîkî pêk neanîn û miduriyeta polîsan gilîker im. Yekane rêya ku bigihin kujeran ev e.”   '7 SAL IN TU PÊŞKETIN ÇÊNEBÛN’    Ji malbatên ku zarokê xwe winda kirin Mehmet Ozkan jî wiha got: “Me jiya lê hêvîdarim kesek êşa zarokê xwe nekişîne. Em gelek mexdûr in. Tevî vê mexdûriyetê jî edalet tune ye. Ev 7-8 sal in tu pêşketin çênebûne. Îlhamî Bali hêj niha jî li ser peywira xwe ye. Ma kî dizane ku Bali teqîna li Taksîmê pêk ne aniye? Heke îro Îlhamî Bali nehatibe girtin û Davutoglû îfadeyê nede, dê komkujiyên li Tirkiyeyê her bidomin. Daxwaza me edalet e.”   Dayika Veysel Ozdemîr ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, Rabîa Ozdemîr jî xwest ku edalet pêk bê û daxwazên xwe yên berê dubare kirin. Malbat û birîndarên komkujiyê jî piştre axivîn û xwestin ku Davutoglû bê guhdarîkirin û faîl bên girtin.    Parêzer Sezîn Uçar jî jî di danişînê de axivî û daxwazên xwe wiha rêz kir: “Divê ji bo Fadîle Guleş û Halîl Îbrahîm Yoldaş ku beriya niha biryara guhdarîkirinê hatibû dayîn, biryara anîna bi darê zorê bê dayîn. Ji ber têkiliyên wan, li Şukru Yoldaş û Ayşenûr Înce weke şahid bê guhdarîkirin. Em dixwazin ku Yakûp Şahîn ku di Doza Komkujiya Pirsûsê de biryara girtinê bo hatibû dayîn, dîsa were guhdarîkirin. Her wiha em dixwazin ku li xwişka Îlhamî Bali jî were guhdarîkirin.”   NAKOKIYÊN DI DOSYAYÊ DE   Parêzer Serdil Îzol jî da zanîn ku Wezareta Tenduristiyê ji bo qeydên tedawiya Îlhamî Bali yên li Cîhanbeylî ya Konyayê bersivên nakok dane û xwest ku heman ewraq dîsa ji saziya tenduristiyê bên pirsîn. Her wiha Îzol got ku di qeydên Îlhamî Bali yên di Komkujiya Garê û ya Pirsûsê de nakokî hene û xwest ku ev yek bê sererastkirin.    Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol jî destnîşan kir ku di dosyayê de heta niha jî lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û bal kişand agahiyên binakok ên saziyên fermî. Ozbîngol, xwest ku belgeyên doza Pirsûsê ku ji hêla Mifetîşiya Milkiye ya Wezareta Karên Hundir li dosyayê bên zêdekirin.    Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî gotinên Ahmet Davutoglû ku digot; ‘heke ez biaxivim dê erd biheke” bi bîr xist û xwest ku Davutoglû bînin dadgehê û lê were guhdarîkirin.    Hevserokê Şaxa ÎHD’a Rihayê Mûstafa Vefa jî daxwaza edaletê kir.    Şandeya dadgehê piştî navberê biryara xwe da. Dadgehê daxwazên mudaxilbûnê yên TBB û baroyên Sêrt û Semsûrê qebûl kir, daxwaza guhdarîkirina Davutoglû red kir û danişîn taloqî 23’yê adarê kir.